Ketîbeya bi nawê Sûltan Mûrad gundekî Kurdan kontirol kir
Li Rojawayê Kurdistanê Ketîbeya bi nawê Sûltan Mûrad ya Tirkumen piştî şerekê li gel DAIŞê dest danî li ser gundeke kurdan bi navê "Dodyan" ser bi bajarokê Ezazê ve ye.
Çalakvanên Kurd li bajarê Efrînê, ragehandin ku şeva borî şer û pevçûn, di navbera Ketîbeya Sûltan Mûrad û çekdarên DAIŞê de derket, di encam de ketîbeya navborî gundeke Kurdan bi navê "Dodyan" ser bi bajarokê Ezazê ve kontirol kir.
Tê zanîn ku gundê Dodyan, bi regez kurd in û ji eşîrên Reşwan û kêtîkan in, herwiha hejmara nifûsên wê jî "25" hezar kesin, bi "5' kîlometreyan ji sînûrên Tirkiyê dûre, ji bajarokê Ezazê jî "15"kîlometreyan.
Basnews
