• Friday, 20 February 2026
logo

Ocalan: PKK kurdiniyeke bê kurdî dike!

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Ocalan: PKK kurdiniyeke bê kurdî dike!
Siyasetmedarê kurd û endamê berê yê Serokatiya PKKê Osman Ocalan eşkere kir ku ew dixwaze vegere Tirkiyê û partiyeke siyasî ava bike. Ocalan her wiha got, zimanê fermî yê PKKê tirkî ye.

Osman Ocalan, di hevpeyvînekê de bersiva pirsên Memê Wêranî da. Ocalan diyar kir ku eger PKK niha ji wî re bêje were bibe Serokê PKKê jî ew dîsa venagere nav PKKê. Ocalan her wiha behsa xebata xwe ya siyasî kir û got, ez dixwazim vegerim Tirkiyê û li wir dest bi tevgereke siyasî bikim.

Naveroka hevpeyvîna Ocalan bi Rûdawê re:

Di nav PKKê de zimanê sereke kîjan e?

Tevgera rizgarî ya netewî li Bakurê Kurdistanê di salên 1970yan de dest pê kiriye. Pêştir jî hene wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê û hinek komeleyên din. Yanê em li hemû dîroka tevgera rizgariya netewî ya Kurdistanê binêrin hin grûban zimanê kurdî û hin grûban jî tirkî hilbijartine. PKK di despêkê de ku zimanê xwe yê fermî kurdî hildibijart bi çavekî din lê dinêrî. PKKê digot, “Ew netereperestên klasîk in” yanê bi çavekî rexneyî lê dinêrî û PKKê bixwe jî zimanî fermî tirkî hilbijart. Di destpêkê de heta niha zimanê tirkî zimanê fermî yê PKKê ye. Lê PKK bi pêş ket û bû hêzeke mezin û bi destê PKKê zimanê tirkî di nava tevgera rizgarî ya kurd de xwe baş bicîh kir. Niha em ççiqas bibêjin ku hinek weşanên televîziyon û radyoyên wan ên bi kurdî hebin jî lê dîsa jî ji sedî 90 zimanê tê bikaranîn, tirkî ye. Rexneya herî girîng divê li PKKê were kirin ew e ku di nava şoreşê de bikaranîna zimanê tirkî ye.

PKK giringiyê dide zimanê kurdî?

Xebatên PKKê yên destpêkê çekdarî bûn. Ji bo hêzeke çekdarî dirûst bike hemû enerjiya xwe xist rêya rêxistina xebata çekdarî. Lê ji aliyê din xebateke wê ya siyasî jî hebû. Xebatên PKKê yên sîyasî berfireh bûn; him di nava hemû çînê gel de xebat kir him jî li hemû beşên Kurdistanê xebatek birêve bir. Destê xwe ji kurdên derveyî welêt re dirêj kir û herî girîng jî kurd li kuderê hebûya PKKê xwe digihand wan. Ji bo wê yekê ez dikarim bibêjim ku stratejî û taktîkên dirust bûn ji ber wê jî PKK ji hemû hêzên kurd zêdetir bi taybet ên Bakurê Kurdistanê, pêş ket, di nav gel de bicih bû. Em dikarin bibêjin ku PKKê di vê çarçoveyê de xebatek siyasî ya mezin kir. Ji aliyê din, wekî tiştên marjînal xebatên ziman, çand jî kir lê ti carî wekî xebateke esasî nebû. Xebatê PKKê yê esasî xebatê çekdarî ye. Ziman, çand û kultûr jî wekî xebatên yedek û marjînal bûn. Ji bo çand û ziman xebateke mezin a PKKê nebû. Vekirina yekemîn kanala kurdî şoreşeke mezin bû û divê mirov vê rastiya PKKê jî bîne zimên.

Tê gotin ku piraniya Konseya Serokatiya PKKê elewî ne, gelo ji ber wê yekê ye ku girîngiyê nadin zimanê kurdî? Çi bandora elewîtiya wan li ser siyaseta kurdî heye?

Di hemû wextan ên ku di nava PKKê de kurdî nizanîbûn hejmara wan zêdetir bûn. Em dikarin ji bo niha jî bibêjin ku bi taybetî serkirdeyatiya Qendîlê ya kurdiya Birêz Cemîl Bayik kurdiyeke gellek lawaz e. Ew nikare meramên xwe bi kurdî bîne zimên. Birêz Dûran Kalkan nikarîbû bi kurdî civînek li dar bixista. Lê ez bawer dikim dikare xwarin û ava xwe bi kurdî bixwaze. Birêz Mustafa Karasu jî bi heman rengî ye. Di kongreya herî dawiyê ya PKKê de nîqaşek bû û yekî rabû ser lingên xwe û pirs kir, “Çareserî dê kengê bibe?” Min jî xwest ez bersiva wî bidim û min got, “Eger Birêz Dûran Kalkan û Mustafa Karasû zimanê kurdî fêr bibin û bi kurdî civînên xwe pêk bînin wê demê çareseriya pirsgirêka kurdî jî dê pêk were.” Rastî ew e ku du serkirdeyên konseya PKKê bi kurdî nizanin û nikarin civînên xwe bi kurdî pêk bînin. Ji 35 salan zêdetir e ku hêj ew serkirde zimanê kurdî fêr nebûne. Ew yeka bi serê xwe diram e. Tu 35 sal in pêşengiya tevgera neteweyî ya rizgarî ya kurd bikî û tu nizanîbî bi kurdî civînekê pêk bînî, nizanîbî biaxifî!

Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn bi kurdî nizanin. Ew ne ji ber elewîtiyê kurdî nizanin rastî ew e ku ji kurdîtiyê dûr ketine, nebûne kurd. Gava di tevgera neteweyî ya kurd de cih girtine negotine em bi kurdî jiyan bikin, gotine ku emê kurdan wekî xwe bikin. Mustafa Karasû wekî dibistenek tirkî bû. Xelkê me yên Rojava, Rojhilat, Başûrê Kurdistanê tevlî PKKê dibûn piştî 2 mehan bi Karasû re fêrî zimanê tirkî dibûn. Lê Karasû rojek li rojan pêwîst nedî ku fêrî zimanê kurdî bibe. Serkirdeyatiya PKKê wekî dibistanekê bû ku xelk fêrî zimanê tirkî dikirin. Şerefa herî mezin a fêrkirina zimanî tirkî divê bidin Mustafa Karasû!

Materyal, belge û raporên PKKê bi çi zimanî tên nivîsandin?

Ez dikarim bibêjim ku ji sedî 99ên wan belgeyan bi zimanê tirkî tên nivîsandin. Lê carina hin deran civîn pêk dihatin ku di nav wan de ti kesên tirkîaxêv tunebû hingê neçar diman kurdî bikar bînin. Belgeyên esasî yên PKKê, pirtûk, rapor û biryarên wan bi tirkê ne.

Ji bilî Kurdên ji Bakur, gellek kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî tevlî PKKê bûne, fêrî zimanî tirkî bûne. Gelo em dikarin bibêjin zimanê tirkî, yekem zimanê fermî ye li Qendîlê?

Taybetmendiyeke PKKê heye ku xwe li parçeyekî Kurdistanê sînordar nekir. Li hemû derên kurd lê dijîn karê rêxistinî birêve bir ji bo wê yekê jî ji hemû aliyên Kurdistanê kurd tevlî PKKê bûn. Ew kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê tevlî PKKê bûne hewl dane ku zimanê tirkî fêr bibin ji ber serkirdeyên wan bi zimanê tirkî diaxifîn û tirkî zimanê fermî ye. Bi taybetî bi kesayetiyekî wekî Mustafa Karasû re 2 mehan de hînî kurdî dibûn. Te digot belkî wezîfa wî ya taybet e ku hemû gencên me fêrî zimanê tirkî bike. Bê nîqaş zimanê fermî yê Qendîlê tirkî ye.

Keç û xortên kurd li ser nasname, ziman, çand û kultûra xwe tevlî refên PKKê dibin, yanê ji ber asîmîlasyoneke tund reviyan û çûne çiyê. Çawa dibe dîsa li wê derê fêrî tirkî bên kirin? Em dikarin bibêjin asîmîlasyon bi şêweyekî din berdewam dike?

PKKê berî her tiştî got ku ez li dijî Kemalîzmê me. Stratejiya Kemalîzmê di nava axa Tirkiyê de ew bû ku grûbên cuda bike tirk yanê ji tevahiya miletan miletekî dirust bike û navê wî jî bike tirk. Li gorî wê îdeolojiyê divê ‘yek ala, yek dewlet, yek milet û yek ziman’ hebe. Kemalîzmê gellek salan bi serkeftî xebatê xwe berdewam kir. Mînak; zimanê lazan di qonaxa tunebûnê de ye û xelkê laz bûne tirk.

Di nava kêmîneyên Tirkiyeyê de kêmîneya herî mezin kurd bûn û li ser kurdan asîmîlasyona sîstematîk hate meşandin ji ber kurd di zûtirîn wextê de bibin tirk. Rewşa kurdan ber bi tunebûnê ve diçû ku tevgera neteweyî ya kurd li dijî asîmîlasyonê dest bi çalakiyên xwe kir. Armancê wê ew bû ku siyaseta îmha û înkarê bidawî bîne. Mixabin bandora siyaseta asmîlasyonê berdewam kir ku di wexta herî zêdetir dijîtiya Kemalîzmê hat kirin wê wextê Kemalîzmê bi şeklekî veşartî xwe di nava PKKê de da jiyankirin. Di şoreşê de zimanê kurdî nehat bikaranîn zimanê tirkî hate bikaranîn ku ew bi serê xwe asîmîlasyon e, înkar û îmhaya zimanê Kurdan e. Herwiha bi şeklî dijîtiya înkar û asîmîlasyonê hatibe kirin jî di rastiyê de ew siyaseta (Kemalîzm) hate qebûlkirin, jiyankirin û berdewamkirin.

Tê gotin ku piştî Abdullah Ocalan hat girtin naveroka materyalên perwerdehiya PKKê hat guhertin. Bo nimûne berê dîroka kurd û Kurdistanê, serhildanên kurdan wekî beşeke perwerdehiyê dihat dîtin û kurdistanî bûn. Çawa bû PKK di nava qalibê kurdistanîbûnê de derket û berê xwe da fikr û ramanên înternasyonelî?

Em dikarin dîroka serokatiya PKKê bikin du beş; berî girtina Ocalan û piştî girtina wî. Yanê bi awayekî din em dikarin bibêjin ku serdema Ocalan û serdema Dûran Kalkan û Mustafa Karasû. Hevalekî me hebû ew jî bi şeklekî kuştin, Farûk Bozkûrt. Navê wî yê şoreşê Nasir bû. Min rojekê bi wî re sohbet kir û wî ji min re got, “Serokê nihênî yê PKKê Mustafa Karasû ye.” Yanê bi veşartî redkirina ‘Apo’ di kesayetiya wî de jiyan dike.

Karasû turkbûneke xurt jiyan dikir û li tirkbûna xwe xwedî derdiket. Rojek li rojan tawîz neda ku zimanê kurdî fêr bibe û zimanê tirkî di kar û xebata xwe de lawaz bike. Piştî Apo hat girtin, kesayetiyê wekî Mustafa Karasû girîngiya kurd û Kurdistanê kêmtir kirin. Karasû digot, “Eger li min bipirsin tu ligel mafê kurd î an ligel mafên mirovan î?” Wî jî digot, “Ez kesek im ku dixwexe mafên mirovan biparêze.” Yanê di serokatiya Mûstafa Karasû de redkirina kurd gihîştibû wî astî. Ez jî niha dibêjim Mustafa Karasû di nava serokatiya PKKê de yê herî bibandor e. Mûrat Karayan, eger mîna serokekî PKKê were xuyakirin jî lê bandora wî wekî ya Karasû nabe. Cemîl Bayik serokê fermî yê PKKê be jî serokê jiyanî Karasû û Kalkan in. Di wexta Apo de rewşa kurdîtiyê baştir bû.

PKK îdîa dike ku temsîlîyata hemû kurdan dike, gelo çawa dibe hinek serkirdeyên wan bi kurdî naaxifin an şerm dikin biaxifin?

PKK, li pêş çavan li dijî Kemalîzmê derdiket lê li paş çavan di nava xwe de jiyan dikir. Di PKKê de tiştê herî zêde divê bê rexnekirin û tiştê herî xirab ew e ku dîroka kurd red dike. Eger PKK dîroka kurd red nake pêwîst e ku realîteya Başûrê Kurdistanê qebûl bike. Başûr, ev 100 sal in navenda tevgera neteweyî ya kurd e. Iraq dewletek lawaz bû ji ber wê yekê kurdan derfet dîtin ku serê xwe rakin. Di sedsala 20an de Ebdulselam Barzanî serhildan kir û wê serhildanê wekî zincîrekê berdewam kir. Piştre Şêx Ehmed, Mela Mistefa û îro jî Mesûd Barzanî berdewam dike. Gellek qurbanî dan. Zor û zehmetiyên malbata wan dît ti partiyekî nedît. Bi wî awayî Başûrê Kurdistanê navenda tevgera azadiyê ya Kurdistanê ye. Niha PKK wê dîrokê red dike. Eger tu wê dîrokê red bikî wê gavê tu hemû nirxên kurdîtiyê jî red dikî.

PKKê heta wan salên dawiyê jî gellek partiyên kurd wekî neteweperestên seretayî didît. Ew yek, nêrîneke rast û îlmî nîne. Îro PDK ji PKKê gellek pêştir e. Di 9-10 salan dikare bingehaka dewletê ava bike. Jiyana hemû bajarên Kurdistanê jiyaneke modern e. Eger rê li pêş Başûrê Kurdistanê neyê girtin dê bibûya yekem.

Wekî serkirdeyekî PKKê yê berê , tu di PKKê de ji aliyê ziman, çand û kultûrê ve çi kêmasiyan dibînî, ev kêmasî çawa dikarin bên çareserkirin?

PKKê bi hêza xwe ya mezin ti carî xebatên xwe yên çand û ziman pêş nexist. Her tim lawaz ma. Xebata leşkerî û kultûrî bi hev re nemeşiya, yek li pêş ê din jî li paş bû. Sîstema PKKê ji berjewendiyên neteweyî re nabe bersiv ku divê ew sîstem bê guhertin. Pêwîst e ku di rewşa îroyîn de xebatên çand û kultûrî jî bibin xebatek stratejîk.

Abdullah Ocalan kurdî dizanîbû, kengê fêr bû û çima pirtûkên xwe bi zimanê kurdî nenivîsand? Ne baştir û bi bandortir e ku rêberekî kurd bi zimanê dayikê temsîliyeta gelê xwe bike?

Divê em vê rastiyê bînin zimên ku wexta tevgera netewî ya kurd dest bi çalakiyên xwe kir kurdî di rewşeke mirinê de bû. Wê wextê Ocalan jiyana xwe bi tirkî berdewam dikir, ji ber ku sîstem wisa bû. Piştre gellek kesî di nava tevgera kurd de kurdiya xwe pêş xist. Min di Apo de jî dîtiye ku xwestiye kurdiyeke baş biaxife û hewl dida. Di nav mala de zimanê kurdî dihat axaftin. Apo heta 7-8 salî bû nizanîbû bi tirkî biaxife piştre dest bi dibistana seretayî kir û fêrî wî ziman bû.

Rêxistin, partî û saziyên nêzikî PKKê li Bakurê Kurdistanê, siyaseta wan li ser ziman û çanda kurdî tu çawa dibinî? Bo nimûne serkirde û berpirsên saziyên wan nikarin bi zimanê kurdî biaxifin.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi eslê xwe kurd be jî bi kurdî jiyan nake. Rêxistin û saziyên nêzîkî PKKê hemû bi vî rengî ne. Carekê ji Sebahat Tûncel pirs kiribûn, “Tu xwe kesayetiyeke çawa dibînî?” Wê jî bersiv dabû û gotibû, “Berî her tiştî jin im ji bo mafên jinan dixebitim, elewî me bo mafên elewîtiyê xebatê dikim û sosyalîst im bo mafên karkeran dixebitim.” Negotibû ku ez kesayetika kurd im. Xwe kir hemû tişt lê kurdîtiyê di xwe de jiyan nake. Ew partiyên li saha siyasetê parastina mafên kurdan dikin, bi tirkî jiyanê dikin û ez dibêjim ew xwe xapandin e, gel xapandin e.
Wekî min got 35 sal in Dûran Kalkan û Mustafa Karasû bi kurdî fêr nebûne. Here bibêje tu bi kurdî dizanî ewê ji te re bibêjin, “Avê bîne, xwarinê bîne.” Kurdiya Cemîl Bayik gellek lawaz e. Wexta bi kurdî diaxife mirov meraq dike ku ewê dawiya gotina xwe bîne an neyine. Pêwîst e ji serî de heta binî di serkirdeyatiya PKKê de guhertinek pêk were ku PKK bibe kurd, kurdîtiyê bike. Lê mixabin ew jî îhtîmaleke lawaz e. Em dikarin bibêjim ku kurdîtiya bê kurdî dimeşînin.

Îhtîmal heye ku tu rojekê vegerî nava PKKê? Eger tu vegerî nava PKKê tuvyê ji bo ziman, çand û kultura kurdî çi bikî?

Gava min xist rojeva xwe ku ji PKKê veqetim ez serokê PKKê bûm. Roja Abdullah Ocalan hat girtin em 4 serkirdeyên PKKê ( Osman Ocalan, Mustafa Karasû, Dûran Kalkan, Cemîl Bayik) civiyan ku me digot emê çi bikin? Piştî nîqaş û gotûbejê min got, “Ka em raperînekê dest pê bikin. Slogana me jî kesên ku çekên wan tune be dikarin bîdoneke benzînê têxên destê xwe û cihekî dewletê bişewitînin. Bila her kesek ji bo parastina jiyana Apo û nirxên şoreşê tiştekî bike.” Bi wî awayî me xwest ku em bangawaziyekê bikin. Kurdiya min baş bû minê bi zimanê kurdî bangawazî bikira û serkirdeyên din jî bi zimanê tirkî. Wan ji min re got em nikarin bangawaziyê bikin ji ber moralên me baş nîne. Min jî ew bersiv da wan, “him hevalê min him birayê min hatiye girtin. Ez dikarim bangawaziyê bikin, hûn çawa nikarin bikin? Pêwîst e ew bangawazî bê kirin û ji nirxê şoreşê xwedî bê derketin.”

Ew serkideyatiya niha serkirdayekiyeki pir lawaz e. Qedera reş a kurd jî di vê derê de ye. Tevgera neteweyî ya herî mezin a kurd tevgera neteweyîya wê ya kurd herî lawaz e. .

“Komplo li min hat kirin!”

Min pir caran hewl da ku di PKKê de guhertinan pêk bînin. Ji ber ku min ji serkirdeyan re got, “Werin em peymaneke navdewletî dirust bikin, careke din bila kurd di nava xwe de şer nekin û bila mafên mirovan di nava şoreşê de hebe” 3 salan zindanî bûm. Piştî Abdullah Ocalan hat girtin jî hewlên min ên guhertina PKKê berdewam kirin. Grûba Enqerê, damazrênerên PKKê rê nedan ku ez guhertinan pêk bînim. Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, Mustafa Karasû, Alî Haydar Kaytan komplo li min kirin. Ji Apo re nameyek nivîsanein û tê de gotin, “Osman çav berdaye cihê te!” Bi rêyeke ne rewa rabûn ew fîlma çêkirin û piştgiriya Apo standin. Serkirdeyatiya PKKê ji aliyê neteweyî ya kurd ve hertim lawaz bûye. Bi taybetî bi piştgiriya hêzên îstîxbaratî yên Rojhilata Navîn pêş netewebûna PKKê hat girtin. Komara Tirkiyê bi balafiran belavok belav dikirin ku li ser wan hatibû nivîsandin, “Osman Ocalan tasfîye bikin.” Ez tasfîyekirina xwe yê ji nava PKKê ji destê wan dizanim. Eger min di vê yekê de israr bikira ezê bihatam kuştin. Divê yan ez li wê derê bimama û min kuştin hilbijarta an jî ji nav PKKê derketibam. Yanê PKKê rihet bernadin. Ti kes hêzeke mezin a wekî PKKê xwe rêxistî bi serê xwe bernade. Gellek dewletên Rojhilata Navîn dixwazin PKKê wekî ku dixwazin, bimeşînin.

PKKê bername û gellek tiştên xwe guhert lê ala xwe neguhertiye. Bandora Komonîsm û Marksîzmê hêj li ser PKKê heye? Ma baştir nîne ku alaya Kurdistanê bikar bînin?

Di sala 2002an de di kongreya bidawîkirina PKKê û damazrandina KADEKê ( Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê) de me biryarek stand ku êdî PKK partiyeke marksîst-komonîst nîne. Partiyeke ji nirxê sosyalîstê xwedî derdikeve ye lê partiyeke demokrat e. Lê wê rêxistinê zêde jiyan nekir. Ew kesên ku dixwestin dîsa PKKê zindî bikin li dijî wê kongreyê derketin, ew grûbê Enqereyê. Damezrênerên PKKê dîsa PKK ava kirin û îdeolojiya Marksîst-Lenînîst û Komonîst berdewam kirin.

Dibe ku tu rojekê vegerî Tirkiyeyê û partiyekê ava bikî?

Niha PKK ji min re bibêje were bibe serokê me jî ez careke din venagerin nava PKKê ji ber ku bîrûbaweriyên min ji yên PKKê gellek cudatir in. Vegerandina Tirkiyê her roj di bernameya min de ye. Ez hêvîdar im ku di demeke nêzîk de vegerim Tirkiyê û dest bi tevgereka siyasî bikim. Ji bo wê yekê xebatên me hene.

Rudaw
Top