TEV-DEM: Nabe Barzanî piştgriya aliyekî Rojavayê Kurdistanê bike
Berpirsên TEV-DEMê di daxuyaniyekê de diyar kir, nayê qebûlkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgiriya aliyekî Rojavayê Kurdistanê bike û li dijî aliyekî din rawest e û gotin, gerek helwesta Barzanî ne bi vî awayî baya.
Partiyên TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de bang li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirin ku destwerdanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de nekin û herwiha daxwaz ji partiyên ENKSê kirin ku li gorî rewşa niha tevbigere.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ku ENKSê boneyên neteweyî îstixlal dike daku projeyên xwe yên têkder pêk bîne û tekezî hatiye kirin ku ev yek nakeve di xizmeta gelê Kurd de.
Partiyên TEV-DEMê destnîşan dikin ku ENKS rêzê ji îradeya gelê Rojava û yasayên rêveberiya xweser re nagire.
Çi bibû?
Roja 17ê vê mehê, hêzên Asayişê êrişî çalakiya endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê kiribûn, rê nedabûn Ala Kurdistanê were bilindkirin, hinek jî girtibûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek li ser rêgirtin li bilindkirina ala Kurdistanê li Girkê Legê ji aliyê asayişa kantona Cizîrê ve derxistibû û tê de gotibû ku kesên ew kar kirine dê poşman bibin.
Mesûd Barzanî wiha gotibû: “Karê wî aliyê bi nav kurd, cihê şermezariyê ye çimkî ew karê ku wan derheqê Ala Kurdistanê de kirin, heta dagîrkeran jî nekirine. Lê di dawiyê de ew dê şermezar û poşman bibin.”
Rudaw
