• Friday, 20 February 2026
logo

YPG`ê li Efrîn û Şêxmeqsûdê agirbest ragihand

Gulan Media December 20, 2015 Nûçe
YPG`ê li Efrîn û Şêxmeqsûdê agirbest ragihand

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Efrînê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurdin hevpeymanek bi Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê re îmze kir û agirbest ragihand.

Di daxuyaniya Fermandariya YPG’ê ya Kantona Efrînê de wiha hat gotin: “ Îro derbarê agirbesta li gundewarên Kantona Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd de di navbera YPG’ê û Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê de hevpeymanek hat îmze kirin.

Em ji raya giştî re diyar dikin ku em wek YPG’ê em ê hevpeymana ku me îmze kiriye, pêk bînin û ti têkiliyên me bi ti hevpeymanên dîtir re tune ne.

Em soza xwe ya parastinê bi gelê xwe yê gundê Meryemîn û Enabê yên girêdayî Kantna Efrînê re nû dikin û em dbêjin em wan ji hemû êrîşan biparêzin.”

Xendan
Top