Hizbûllaha Iraqê hezar û 300 ciwanên Enbarê binçav kirin
Hate ragihandin ku Hizbûllaha Iraqê li nêzîkê Felûce hezar û 300 ciwanên ji Enbarê binçav kirine.
Li gor nûçeya El Erebiye, çavkaniyek fermî ji pazrêzgeha Enbarê ragihandiye ku, mîlîsên Şîe yen ser bi Hizbûllahê, li nêzîk deryaçeya Rezazê li başûrê Felûce, hezar û 300 ciwanên ji Enbarê yên Sûnne revandine.
Li gor agahiyên çavkaniyê, piraniya kesûkarên wan ciwanan, jiber DAIŞ’ê reviyane û hatine aliyê Baxdayê.
Endamê Encûmena Parêzgeha Enbarê Racî Îsawî jî ragihandiye ku ew derbarê çarenivîsa wan gencan de nîgeran in û niha ji bo peydakirina wan kar dikin.
Hizbûllaha Iraqê piştî şkestina artêşa Iraqê di Hezîrana sala 2014’ê bi fermana mezinê Şîe Elî Sîstanî hate damezrandin û di nava Heşdî Şe’bî de li dijî DAIŞ’ê şer dikin.
Basnews
