Bexda: Ji bo Pêşmerge rolek mezin
Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubeydî li Bexdayê daxuyaniyek da û ragihand, ji bo kontrolkirina Mûsilê planek hatiye danîn û ji bo wê palanê bihayê 600 milyon dolar kelûpelên leşkerî hatine kirrin.
Xalid Ubeydî diyar kir, ew Hêzên Pêşmerge wek parçeyek ji Artêşa Iraqê qebûl dikin û Hêzên Pêşmerge di kontrolkirina Mûsilê d rolek mezin bilehîzin û got, di demên werin de Mûsil, Enbar û herêman din dê ji rêxistina terorîst were rizgarkirin.
Ubeydî da zanîn ki sedî 17 axa Iraqê di bin kontrola DAIŞê de ye û got berê ew rêje ji sedî 40 bû.
Rudaw
