• Friday, 20 February 2026
logo

Li Şirnexê 3 zarok ji aliyê hêzên Tirk ve hatin kuştin

Gulan Media December 19, 2015 Nûçe
Li Şirnexê 3 zarok ji aliyê hêzên Tirk ve hatin kuştin
Li navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnexê 3 kes ji aliyê hêzên Tirk ve hatin kuştin, li Sûra Amedê jî efserekî Tirk hat kuştin.

Şer û alozî li navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnexê, Sûra Amedê û Nisêbîn û Kerboranê yên Mêrdînê didome.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro li taxa Cûdî ya Silopî 2 zarok di şer de hatin kuştin, li navçeya Cizîrê jî zarokekî 15 salî hat kuştin.

Her wiha li navçeya Sûrê ya Amedê jî efserekî Tirk hat kuştin û yek jî birîndar bû. Hat gotin ku ew efserê Tirk ji aliyê nîşangiran ve hatiye kuştin.

Ji aliyekî din, deriyê sînorî yê Xabûr (Îbrahîm Xelîl) ev 5 roj in ji ber şerê Silopî girtî ye ji ber wê jî bi hezaran kamyon, TIR û otomobîl li ser sînor li benda vebûna deriyê sînorî ne.

Şofêrekî Bakurî bi navê Baran Dûndar ku xelkê Cizîrê ye, ji Rûdawê re got, nahêlin em derbasî Tirkiyê bibin. Hevjîn û 4 zarokên min li taxa Cûdî ne. zaroka min a 2 salî şev heta sibê digirî..

Rudaw
Top