• Friday, 20 February 2026
logo

Asayişa Rojava operasyon da destpêkirin!

Gulan Media December 18, 2015 Nûçe
Asayişa Rojava operasyon da destpêkirin!
Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Girkê Legê operasyonek bo dîtina Ala 200 metrî ya Kurdistanê dest pê kirine.

Li gor agahiyên Rûdawê ji Rojavayê Kurdistanê ve, hêzên Asayişa bajarokê Girkê Legê yê li Herêma Cizîrê operasyonek bo dîtina wê Ala Kurdistanê dest pê kirine ku dirêjiya wê 200 metr e û duh welatiyan bi helkevta Roja Ala Kurdistanê hewl dan li bajarokê Girkê Legê bilind bikin.

Li gor çavkaniyên ji Girkê Legê ve, hêzên asayişê hewla didin wê Ala Kurdistanê bibînin û dest danin ser wê.

Duh li bajarokê Girkê Legê ya ser bi Dêrikê ve bi beşdariya hejmareke zêde ya welatiyan, merasimek bi helkevta Roja Ala Kurdistanê birêveçû û alek mezin a Kurdistanê bi dirêjiya 200 metrî ji aliyê xelkê ve di nav cadeyan de hat gerandin, lê hêzên Asayişa Girkê Legê êrişî xelkê û Ala Kurdistanê kirin.

Hêzên Asayişa bajarokê Girkê Legê bi 3 otomobîlên agirvemir ava sar li beşdarên merasîmê reşandibûn û hewl dabûn ku rê nedin beşdarên merasîmê Ala Kurdistanê bilind bikin.

Herwiha hêzên asayişê piştre li welatiyan xistibûn û çend kes jî destser kiribûn, ku derbarê wan de hêj ti agahî nayê zanîn.

Piştî êrişa hêzên asayişê û li berxwedana welatiyan, ew ala mezin a Kurdistanê ji aliyê gel ve hat pêçandin û jibo ku ew al nekeve destê asayişê, bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê (YJKS) Zekiye Feremez ji bajaorkê Girkê Legê ve ji Rûdawê re ragihand, rewşa Girkê Legê gellek nebaş e û hêzên asayişê dest bi operasyona destdanîna ser Ala Kurdistanê kirine.



Zekiye Feremez got: “Rewşa Girkê Legê ji duh ve gellek nebaş e. Xortên bi navê Ciwanên Şoreşger û hêzên Asayişa Girkê Legê û hêzên PYDê li tax û kolanan û mal bi mal digerin, daku dest danin ser wê Ala Kurdistanê ku duh ji aliyê gel ve hatibû bilindkirin û zêdebarî êrişên hêzên asayişê nehiştibûn bikeve ser erdê.”

Zekiye Fermerz bi tundî rexne li PYDê û Asayişa Girkê Legê kir û ragihand, ti xeteriyên Ala Kurdistanê bo ti aliyekê nîne û al nasnameya kurdan û sembola yekîtiya kurdan e.

Derbarê hejmara kesên girtî de jî, Berpirsa YJKSê da xuyakirin, ku li gor agahiyên wan çend kes bi navên Xelîl Osê, Şêxmûs Têco, Xelîl Îbrahîm, Mistefa Hemo û Celûd Hecî Îbrahîm û çend kesên din ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin û nayê zanîn ku ew ber bi kuderê ve birine.

Rudaw
Top