• Friday, 20 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo ‘Roja Ala Kurdistanê’

Gulan Media December 18, 2015 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo ‘Roja Ala Kurdistanê’

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Ala Kurdistanê peyamek weşand û di peyama xwe de diyar kir ku ‘’Ala Kurdistanê’’ nîşana yêkdengîya Gelê Kurdistanê ye.

Roja (17.12.2015) Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, li ser navnîşana xwe ya facebookê peyamek weşand û got; ‘’Di roja Ala Kurdistanê de hezar silav li nîşana serbilindîya me û şehidan. Ew roja pîroz bi canfedayî û qehremaniya Pêşmerge û berxwedaniya gelê Kurd hatiye afirandin.’’

Barzanî diyar kir ku Alay Kurdistanê nîşana yêkdengî û yekîtiya gelê Kurdistanê ye, ji bo geheştina rizgari û serbilindiya yêkcarî.

Herwaha Barzani di peyama xwe de got; ‘’Ji bo bilind ragirtina wê alê ciwanên me di bereyên şer de, canê xwe didin û şehîd dikevin. Ji ber vê yekê pêwîste herkesek peyama vê alê rast werbigre û ew al bê parastin. Reng û hêma û sembolên Ala Kurdistanê nîşana aştî, azadîxwazî û serî netewandina gelê me ye. Ew baha û nirxên pîroz emanetê serkirdeyên me ye ji bo me maye, erkê me jî ewe bi parêzin û bigehînin nivşên nû.’’

Di dawîya daxuyanîya xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî wiha û got; ‘’Pêdiviya me heye ku em ala xwe biparêzin û peyamên wê bi cîh bînin. Carekedin roja Ala Kurdistanê li hemû pêkhateyên Kurdistanê pîroz be.’’


Basnews
Top