ASAYIŞA ROJAVA: Bila leşkeriya neçar were sekinandin!
Fermandariya Giştî ya Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê girtina ciwanan ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve daxuyaniyek belav kir.
Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku di dema dawî de hêzên Hikûmeta Sûriyê ciwanên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî ciwanên Kurd li balafirxaneyên Qamişlo û Şamê digre û got, ku pêwîst e hêzên Hikûmeta Sûriyê kiryarên xwe yên derheqê ciwanên Kurd de bi dawî bînin.
Di daxuyayaniya Asayişa Rojava de herwiha hatiye, ku duh sêşemî 15ê Befranbarê li bajarê Qamişlo ya li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê şer di navbera hêzên asayişê û hêzên girêdayîi Hikûmeta Sûriyê de derket.
Asayişa Rojava got, ku di encama şer de wan 21 kesên ser bi hêzên Hikûmeta Sûriyê ve girtin.
Asayişê herwiha anî ziman ku endamên girêdayî saziyên ewlehiyê yên dewletê, gule berdan otombîleke hêzên trafîka Rojava û da zanîn, ku hêzên wan li ser vê bûyerê 9 kes girtin.
Her li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê, duh li kolana Wehde li bajarê Qamişlo şer di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayişê de derket û di encamê de endamekî asayişê birîndar bû û 11 kesên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve weke dîl hatin girtin.
Di dawiya daxuyaniya Asayişê de hatiye, ku bicîkirina erkê xweparastinê ji aliyê hêzên asayişê ve dê berdewam be "daku gelê Rojava were parastin".
Rudaw
