Demirtaş: Erdogan ola îslamê bo destkevtên siyasî bi kar tîne
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demîrtaş di hevpeyvîneke ligel kanala Sky News a Erebî de rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û siyasetên wî girt.
Demîrtaş ragihand, siyasetên şaş ên Erdogan dibin sedem ku misliman ji hev dûr bikevin.
Demîrtaş herwiha da zanîn, Erdogan ola îslamê ji bo bidestxistina hin destkevtên siyasî bi kar tîne.
Hevserokê HDPê tekez kir, ku Erdogan dîn bikar tîne daku xelkê bixapîne û got ku alîkariyên ku Tirkiye dişîne Sûriyê dikevin di destê komên tundrew ên girêdayî Qaîdê.
Demîrtaş ragihand, siyasetên Erdogan li Sûriyê hişt ku hejmara rêxistinên tundrew li Sûriyê zêde bibe û hêza wan jî xurt bibe.
Rudaw
