• Friday, 20 February 2026
logo

Ednan Paçacî: Heger Kurd bama min dixwest dewletek min ê Kurdî hebe

Gulan Media December 16, 2015 Nûçe
Ednan Paçacî: Heger Kurd bama min dixwest dewletek min ê Kurdî hebe

Siyasetmedarê navdar ê Iraqê Ednan Paçacî eşkere kir ku di salên 60’î de di civînên civatanûnerên Iraqê de daxwaza çarenivîsa gelê Kurd kiriye û got: ‘’Heger Kurd bama min dixwest dewletek min ê Kurdî hebe.’’

Ednan Paçacî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya El Meşrîq, behsa dîroka helwesta xwe ya li hember gelê Kurd kiriye û ragihandiye ku, di sedsala derbasbûyî de her dem nûnerên Kurdan di Civata Wezîrên Iraqê de hebûye lê piştî damezrandina Iraqa nû, statûya Kurdan hatiye naskirin. Jiber vê yekê jî mayîna Kurdan yê ligel Iraqê li ser wan şertan e ku, mafê wan ê netewyî siyasî û civakî bê naskirin.

‘’Kurd an gelek qedrê me girtin’’
Paçacî xwedan helwesteke berovajiyê hind siyasetmedarên Ereb e ku lihember mafê dewletbûna Kurdan disekinin an jî bê deng in. Paçacî di vê mijarê de dibêje; ‘’Mafê Kurdan heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Heger ez bixwe jî Kurd bama, min dixwest dewleta min hebe.’’

Bi baweriya Ednan Paçacî divêya dewleta Kurdî ji salên 1920’ê ve bihata damezrandin. Paçacî derbarê dîroka tekoşîna azadiya gelê Kurd de jî xwedî zanîn e û dibêje: ‘’Dema ez 10 salî bûm, bavê min wezîrê navxwe yê hikûmeta wê demê bû. Di sala 1933’yan de ligel bavê xwe hatime Kurdistanê. Wê demê digotin Bakûrê Iraqê. Çûme hemû bajarên Kurdistanê. Di wê demê de têbîniya min ew bû ku, Kerkûk jî weke Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, ji dîrokê ve bajarekê Kurdan e. Di dema serdana me de Kurd an gelek qedrê me girtin.’’

Siyasetmedarê navdar eşkere dike ku di dema wezîrtiya xwe de, di sala 1966’ê de wezîrê karên derve bûye û heman helwestê wî derbarê gelê Kurd de hebû ye. Paçacî dibêje: ‘’Di civînekê civata nûneran de min daxwaz kir ku rê bidin Kurdan ku ew bixwe çarenivîsa xwe diyar bikin. Min got eve salên dirêje e li Neteweyên Yekgirtî kar dikim û mafê serxwebûna gelan diparêzim. Niha jî hatime Iraqê da ku rêz li gelê Kurd bigrim. Ew gelê men e.’’

Ednan Paçacî kî ye?
Ednan Paçacî kurê siyasetmedarê navdar ê Iraqî yê dema paşatiyê, Muzahim Paçacî ye. Pişt3i damezrandina Komara Iraqê ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve, dibe Balyozê Iraqê NY.

Di serdama hikûmeta Nûrî Seîd de dibe Wezîrê Derve yê Iraqê.
Piştî darbeya rejîma Baas, paçacî dibe opozîsyon û dervey Iraqê dijî. Di dawiya salên 2003’ê de piştî hilweşandina rejîma Baas, Paçacî di îdareya Paul Bremer de bû Endamê Civata Hikûm.

Basnews
Top