ÎTALYA hêzê dişîne Bendava Mûsilê
Serokwezîrê Îtalya Matyo Rênzî di hevpeyvînekê de ragihand: “Şîrketeke îtalî dê Bendava Mûsilê nûjen bike. Emê bilez 450 leşkerên xwe bişînin wir da ku bi leşkerên Amerîka re wê bendavê biparêzin.”
Meha Hezîranê ya par, çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê û Bendava Mûsilê kontrol kirin. Piştre Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî karîn wê bendavê ji destê DAIŞê derxînin û niha bi temamî di bin kontrola Pêşmerge de ye.
Matyo Rênzî derbarê wê bendavê de wiha got: “Bendava Mûsilê dikeve nava navçeyeke tirsnak, ku di sînorê DAIŞê de ye. Gelek ziyan gihîştine bendavê û dibe ku were rûxandin.”
Bendava Mûsilê duyemîn bendava mezin a Iraqê ye. Sala 1983 hatiye avakirin. 11 milyon sêca av li xwe digire. Av û elekitrîkê ji 2 milyon kes li bakurê Iraqê pêşkêş dike.
Şîrketa Tirîf a îtalî girêbestek îmze kiriye bo nûjenkirina bendavê bi 2 milyar dolar.
Li gorî medyayên welatê Îtalya, erkê wan leşkeran dê rêgirtin be ku careke din bendav bikeve destê çekdarên DAIŞê. Herwiha dê alîkar bin di karê nûjenkirina bendavê de jî.
Parlamenterê PDKê yê Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn ji Rûdawê re ragihandibû: “Metirsî li ser Bendava Mûsilê heye û eger Hikûmeta Iraqê nûjen neke dibe ku birûxe û gelek bajarên Iraqê di bin avê de bimînin.”
Rudaw
