• Friday, 20 February 2026
logo

Wezîrê Darayî yê Iraqê bi tundî li dijî kêmkirina bûdceya Kurdistanê derket

Gulan Media December 16, 2015 Nûçe
Wezîrê Darayî yê Iraqê bi tundî li dijî kêmkirina bûdceya Kurdistanê derket
Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî bi tundî li dijî kêmkirina bûdceya Kurdistanê derket û got, eger pişka Kurdistanê were kêmkirin êdî proseya siyasî ya Iraqê namîne.

Endamê kurd ê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re got, şeva borî em her 4 endamên kurd ên Lêjneyê li mala Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî kom bûn û me li ser hewlên kêmkirina bûdceya Kurdistanê gotûbêj kir.

Mesûd Heyder da zanîn, di beşek ji wê civînê de Serokê Lêjneya Darayî Falih Sarî jî beşdar bû û pêşniyara kêmkirina bûdceya Kurdistanê û hinek şert û merc din danî pêşiya Kurdistanê.

Heyder diyar kir ku wan bi tundî pêşniyarên han red kirin û wiha got, “Wezîrê Darayî Hoşyar Zêbarî bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, kêmkirina bûdceya Kurdistanê tê wateya nemana proseya siyasî ya Iraqê…”

Fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Iraqê jî îro li dijî hewlên kêmkirina bûdceya Kurdistanê derketin.

Parlamentoya Iraqê îro ji bo pesendkirina bûdceya sala 2016ê ya Iraqê civiya.

Pişka Kurdistanê ji bûdceya Iraqê, 17% e ku dixwazin daxînin 13%.


Rudaw
Top