Salih Muslim li Hewlêre ye
Hewserokê PYDê Salih Muslim piştî gera xwe ya Almanya hate bajarê Hewlêrê û tê payîn ku li gel rayedarên PDKê bicive.
Li gora çavkaniyên taybet ku BasNews re ragihandine şewa borî Hewserokê PYD ê Salih Muslim bi rêya firokexaneya Dusseldorfê regeheştîye Hewlêrê û tê payîn ku li gel rayedarên PDKê bicive.
Di derbarê naveroka serdanê jî çavkaniyê got; ‘’wê liser dorpêça bajarê Efrînê gotubêj bênekirin. Herwaha wê li ser gehandina alîkarîyan bo welatîyên vî bajarî bê axaftin.’’
Tê gotin kû Salih Muslim wê biçe Bexda û ligel rayedarên Iraqê ji bicive.
Basnews
