• Friday, 20 February 2026
logo

DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 6 şehîd

Gulan Media December 16, 2015 Nûçe
DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 6 şehîd
Li devera Keskê ya Mûsilê, çekdarên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge êrişên xwekujî pêk anîn, di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bûn.

Rayedarekî Pêşmerge li devera Keskê ya Mûsilê ji Rûdawê re got, îro danê 6 çekdarên DAIŞê xwe di nav pêşmergeyan teqandin.

Wî rayedarê Pêşmerge got, 3 ji wan çekdaran karîn xwe di nav tîmek Pêşmerge de biteqînin lê 2 jê beriya ku xwe biteqînin, ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin, yek ji wan jî beriya were kuştin, xwe teqand û hat kuştin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di wê bûyerê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku DAIŞ li devera Keskê û wê eniyê pir lawaz bûye û hêza wê ya şer nemaye lewma neçar dimîne zêdetir êrişên xwekujî bike û sûdê ji rewşa hewayê bibîne.

Rudaw
Top