HDP: Amadekariya şerekî mezin tê kirin
HDPê ji bo bale bikişîne ser bûyerên li Bakurê Kurdistanê komcivîna xwe şûna Enqereyê komcivîna xwe li Amedê li dar xist. Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag li Amedê beşdarî komcivîna partiya xwe bo û tê de derbarê rojev û bûyerên li Bakurê Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.
Figen Yuksekdag ragihand li hin navçeyên Bakurê Kurdistanê dibistan û yurtên xwendekaran tê valakirin û yekîneyên hêza taybet li wan cihan tê bicihkirin û got, hejmarek zêde ya leşke û polîsan ji bo bajarên kurdan hatine veguhestin.
Yuksekdag anî ziman dewleta Tirkiyeyê li dijî gelê kurd hiqûqa taybet daye avakirin û şerê taybet dide meşandin û wiha got: “Heger civaka Tirkiyeyê li hemberî vê yekê xwe nebihîstî bike dê her kes winda bike. Divê êdî dawî li şerê taybet bê dayîn.”
Derbarê encama şer û pevçûna de jî Yuksekda wiha got: “Di pêvajoya şer û pevçûnan de bi giştî 675 kes hatin kuştin û 200 hezar mirov bi zorê hatin koçkirin. Ev encam piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê çêbûye.”
Herwiha Hevseroka HDPê bang li tevahiya civaka Tirkiyê kir got: “Em îro li Amedê ne lê divê bajarên Tirkiyeyê jî dengê me bibihîze. Ev tenê li hemberî kurdan nayê kirin. Amedekariya mezin a şer tê kirin. Dê bandorê li ser hemû civaka Tirkiyeyê bike. Bi îtifaqên qirêj pêşeroja gelê Tirkiyeyê ji bo tarî bike projeyek siyasî dixe dewrê. Divê li dijî vê şerê qirêj em mil bidin hev."
Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir û got tenê hilbijêrek wan heye ew jî berxwedan e û ew tişt got: “Em îro li Amedê ne lê bila Stenbol, Îzmîr, Herêma Behra Reş, Ege û Herêma Behra Spî jî dengê me bibihîze. Ev tenê li hemberî kurdan nayê kirin. Amedekariya mezin a şer tê kirin. Dê bandorê li ser hemû civaka Tirkiyeyê bike”
Rudaw
