Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmaniya Iraqê kir
Li hevdîtinê de Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmaniya Iraqê silav û rêzên Serok Wezîrê Iraqê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe jî derbirî ku ji bo cara duyeme ku li nêzîkî bereyên ceng li gel Serok Barzanî komdibê. Her wiha pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê jî li Serok Barzanî kir.
Li vê kombûnê da rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha peywendiya di navbera dewleta Iraqê û cîranan û babeta hatina artêşa Tirkiye ya nêzîkî Musilê hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû kêşeyên di navbera Iraq û cîranên wî li rêya diyalogê ve bêne çareser kirin û hewl jî bidin peywendiya di navbera Iraq û cîranên wî peywendiyekî baş bê.
Li beşekî dinê civînê de behsa pêşketinên meydaniyên dawî ya şerê dijî terorîstên Da'îş û her wiha serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Iraqiyan li bereyên şer û plana azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê Da'îş kirin û eve jî dûpatkirin ku pêwîste hemû navçeyên li bin destê terorîstan bêne derxistin û pêkhatên Iraqî jî rola xwe li paşaroja navçeyên xwe yê azadkirî de hebê.
Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku diyalog û hevdîtinên ji bo çareser kirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda berdewam bê.
