• Friday, 20 February 2026
logo

40 kes ji destê DAIŞê reviyan cem Pêşmerge

Gulan Media December 15, 2015 Nûçe
40 kes ji destê DAIŞê reviyan cem Pêşmerge
40 kes ji navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê reviyan û li devera Mexmûrê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.

Ew 40 kesên ku ji Hewîce û derdora wê reviyane, hemû ereb in. Xort û jin û zarok di nava wan de hene. Wan kesan karîn xwe bigihînin navçeyên bin destê Pêşmerge û dibêjin, jiyan li bin destê DAIŞê dozex bû.

Ew kes dibêjin, karê baş ê Pêşmerge, tirs û jiyana dijwar a bin destê DAIŞê û nûçeyên standina navçeyên bin destê DAIŞê, sedema reva wan bû.

Tevî ku xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirine, lê ew 40 kes dê lêpirsîn ligel wan were kirin, da ku eşkere bibe wan alîkariya DAIŞê kirine yan na.

Ji dawiya meha Îlonê ve û heta niha, 350 heta 400 kes ji navçeyên bin destê DAIŞê reviyane û xwe radestî Pêşmerge kirine.

Rudaw
Top