Li Bakûrê Kurdistanê 200 hezar kes koçber bûn
Di encama şerê navbera YDGH û hêzên dewletê de ku li gellek navçe û taxên bajaran de hîn jî didome bi hezaran kes koçber dibin. Li gor daneyan di çend mehên dawîn de ji heremên aloz 200 hezar kesî koçkiriye. Hejmara koçberên Surê jî digîje 20 hezar î. Ev şerê ku zêdetir li navçe û gundên bi welatparêziya xwe têne nasîn pêk berdewam dike û dibe sedema mirin, brîndarbûn û mexdûriyeta gel. Şêniya ku bi kuştin, tîbûn û birçîbûnê re rû bi rû maye, ji nêçarî koç dikin.
Li ser rewşa awarte û koçberiyê Parlamenê HDP’ê yê Mêrdînê Ali Atalan dibêje “dewlet dixwaze welatê me valabibe.“ Li gor Atalan, ew siyaset a demên 90’î de çawa bû sedemê valabûna welat niha jî ev siyaset bi qedexeya derketina kolanan pêk tê. Atalan wiha dibêje: “Ji ber vê yekê jî hin malbat biryara koçberiyeke demborî digrin. Ev biryar ne wek dema salên 90’î de ku koçberiyek mayinde be. Dema ku rewş asayî bibe wê dîsa vegerin bajar û navçeyên xwe. Divê gelê me vî tiştî baş bizanibin û xwedî li welat û nevçeyên xwe derkevin û ji navçeyê xwe koç nekin. Siyaseta dewletê ev e ku demografiya welatê me biguherînin.”
Atalan di derbarê koçberên navçeya de jî ev nerînên xwe ani ziman: “Ev zilm gel ditirsîne û hin ji wan bardikin. Ji ber ku gelê me şiyarbûne zanin bê çidikin êdî yên malên xwe bar dike diherin taxek din an diçin malên xizmên xwe ew koça ku tê behskirin ne koçberiye. Tenê cîh guhertineke demboriye.”
“Mirin jî hebe em naçin”
Parlamenê HDP’ê yê Şernexê Faysal Sarıyıldız jî wek sedemê koçkirina welatiyan zextên dewletê nîşan dide: “Ji ber ku ji alî dewletê ve tûndiyeke dijwar tê pêkanîn, mirov nikare bêje her kes li malên xwe ne. Yên koç dikin jî hene, lê nerîna tevahiya gel ev e ku dibejin ‘Em naçin. Em bimirin jî em ê li vir bimînin.’ Sedemê vê yekê cûda ne. Ji ber vê yekê encamên van polîtaka û êrîşên tûndwer jî cuda ne. Mirov nikare îstatîstîkeke zelal bide, lê ez dikarim bêjim ku li hin deran, ji sedî 20’ê malên xwe terk kirinin jî henin. Li hin deran ji sedî 5, li hin navçeyan ji sedî 10 û li hin deran jî ji sedî 15 e. Em dikarin bêjin beşek civakê neçar maye. Hin ji wan bi roj li malên xwe ne û êvaran jî ji malên xwe derdikevin. Hin ji wan jî pir bi hêrs in û dibêjin ‘her çi dibe bila bibe, lê em dernakevin.’ ew jî bi helwestek polîtîk ve girêdayiye. Hin ji wan neçarin ku derfêtên wan tune ne ku derkevin. Hin ji wan brîndar dibin, dimirin û birçî jî dimînin lê li dij vê tûndiyê jî disekinin. Sedemek din jî aborî ye. Li Bêşebabê pir kesan ji ber bêderfetiyên aborî koç kirin û dema rewş asayî bû vegeriyan. Her wiha encamên xendekan, rastiya civakê û astengkirina jiyanê jî li ber çavan e. Xendek, ne mekanîzmeyeke jiyana asayî ye; Weke xwe parastina di demeke awarte de derketiye holê. Ji herkesî bêtir em dixwazin ev xendek rabin, lê belê divê gefên dewletê jî ji holê rabin ku gel bixwe van xendekan bigirin.”
“Yên koçkirin vegeriyan”
Pişti ku li Farqîn a navçeya Amedê qedexeya derketina kolanan qediya, dîmenê kavil ku em ji bajarên Sûriyeyê ew dinasin derketin pêş çavan. Her wiha derûniya gelê Farqînê jî û rewşa aboriya gel jî têk çûye. Bi biryara dawîbûna qedexeya derketina kolanan re hin malbat dest bi koçê kiribûn. Parlamena HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca, rewşa Farqînê nirxand û wiha axivî: “Me dest bi xebatên jinûhve avakirinê kiriye û ev xebat hê jî didomin. Malbatên koçber hebûn. Piştî xebatên me yên jinûhve avakirinê destpê kirin, yên koçber vegeriyan. Jixwe li nava Farqîne malbatên ku mabûn hebûn. Hemû kesî koç nekiribûn û niha jî em ji bo ku gelê Farqînê vê derûniya şer ji ser xwe rakin xebatan dimeşînin. Lê ev tûndî ne lî dijî gel tenê heye, li dij dîrok û çanda me jî heye. Binêrin berhemên ku di bin çavdêriya UNESCO’yê dene bombebaran dikin. Mizgeft û minareyên wan ên kevnar xera dikin. Ji ber vê yekê, divê herkes nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Ev pirsgirêk ne tenê ya navçeyekê ye.”
“Koça bi zorê”
Biryara qedexeya derketina kolanan bi piranî li gund, herem û navçeyên ku di hilbijartinan de dengê xwe danin HDP’ê hatiye îlankirin. Ev jî balkêşe ku tundî, şer û pêvçûn li van deran destpêkiriye û li hin cîha hê jî car caran didome. Di vê rewşê de jî koçberî tê rojeva gel û gundiyan. Hevserokê Komela GÖÇ-DER’ê ya Amedê Yılmaz Kan li ser koçkirin û lêkolînên xwe wiha agahî da û got: “Bi biryara qedexeya derketina kolanan û ewlehiya demborî ya heremên taybet li ser gel bandorek neyîni kir û gel jî koça bi zorê re rû bi rû hişt. Em nikarin bêjin herkesî koçkir, li gor çavdêriya min li navçeyên ku qedexeya derketina kolanan lê hatiye îlan kirin ji sedî 50’î bi zorê koçkirine. Ewê vegerin an venegerin ew mijareke din e. Gelê kurd xwedî tecrûbeyên salên 90’î ye û ev gel berxwedêr e û berxwe dide. Li heremên çolter gel ji bo ku leşker tê de bi cîh bûye ji gundên xwe koçkirine piştî demekê jî vegeriyane. Lê êdî li gund elektrik û av tunne ye û hin mal û axurê wan jî xerabûne. Bi derfêten kêm bê, dibistan bê rê û bê ewlehî jiyana xwe didomînin.“
Yılmaz Kan ku ji koçberiyê hêzên dewletê berpirs dibîne, dibêje koçkirin siyaseta kevn ya dewletê ye:
“Ev ne siyaseta îro, siyaseta salên 1920’an e. Siyaseta 1950 û 1990’an e. Bi vê siyaseta qirêj êdî kurd nayê xapandin. Binêrin; demek dirêj e ku li Sûriyeyê, Nisêbînê, Licê, Farqînê, Cizîrê, beriya dû mehan li Silopî û Bêşebabê û îroj jî dîsa li Sûrê û li Dêrikê dewlet vê siyasetê dimeşîne. Koçberi jî xwe şanî me dide. Bi çavdêrî û texmîna me em dikarin bêjin li Farqînê 10 hezar, li nava Sûrê 20 hezar, li Cizîrê 10 hezar û li Nisêbînê jî heta niha 5 hezar kesan koç kirine. Bi van qedexeyên dawi re ev rêje wê çawa bibe em nizanin, lê ev tenê daneyên çend navçeyan in. Ji 100’an zêdetir herêmên ku wek qadên ewlehî hatine destnîşankirin hene û tu kes li wan herêman nemane. Ger em navçeyên din û koçên ku li van hereman pêk hatiye bidin ber çavan; bi gelemperî em dikarin bêjin wê hejmara koçberan bigîhîje 150-200 hezaran.”
Basnews
