Li Kerkûkê êriş: Kuştî û birîndar hene
Li taxekî bajarê Kerkûkê çend çekdarên nenas êrişî otombêlekê kirine û di encamê de 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne. Jêderekê jî ragihand ku hemû fermanberên ser bi kompaniya nefta bakûr in.
Jêderekê li polîsê Kerkûkê ji Xendanê re ragihand: Îro duşeme 14/12/2015 danê sibehê li taxa Wehdê ya Kerkûkê li nêzîkî benzînxaneya Bexdadê çend çekdarekî nenas bi çekan êrişî otombêlekê kirine.
Wê jêderê got jî: Di encama êrişê de 2 welatî hatine kuştin û 2 jî hatine birîndar kirinê û ew her çar welatî jî li hompaniya nefta bakûr fermanber bûne û diçûn ser karê xwe.
Li gor jêderê ew çekdarên nenas berve cihekî nediyar ve reviyane.
Xendan
