Tirkiyê hêza xwe ji Başîkê vekişand
Peyamnêrê Rûdawê li Dihokê ragihand: “Enqere beşek mezin ji hêza xwe ya li nahiyeya Başîkî vekişand û niha karwanê wê hêzê gihîştine nêzîkî Dihokê û ji wir dê bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîk vegerin Tirkiyê.”
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, tenê beşeke biçûk ji hêza Tirk li devera Başîkê maye.
Şeva borî hejmarek TIR û kamyonên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û yekser berê xwe dan devera Başîkê ya Mûsilê.
Şeva 4ê Befranbarê de leşkerên tirk sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê derbas kirin û li bajarokê Başîkê bicih bûn.
Tirkiyê li gundê Zelikan ê Başîkê navendeke leşkerî heye ku piştî êrişên DAIŞê û ketina bajarê Mûsilê, bi rêkeftin ligel Bexdayê û hikûmeta xwecihî ya Mûsilê li wê navendê perwerdeya leşkerî dida çekdarên ereb ên sunî ku jê re Heşda Niştimanî tê gotin.
Derbaskirina sînorê Iraqê ji aliyê leşkerên tirk ve û bicihbûna wan li derdora Mûsilê, rastî nerazîbûnên tund ên Hikûmeta Iraqê hat û Bexdayê bertekên tund nîşan dan.
Rayedarên Iraqê di vê bareyê de daxuyaniyên tund dan û daxwaza demildest derketina hêza Tirk ji axa Iraqê kirin, lê rayedarên Enqerê digotin em hêza xwe venakişînin.
Rudaw
