• Friday, 20 February 2026
logo

‘Bo hinartina gaza Kurdistanê derfetek zêrîn heye’

Gulan Media December 14, 2015 Nûçe
‘Bo hinartina gaza Kurdistanê derfetek zêrîn heye’

Serokê Lijneya Pişesazî û Wize û Çavkaniyên Xwezayî li Parlamena Kurdistanê Şêrko Cewdet ragehand ku ‘’Gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê dikare bibe alternatîfa Rûsyayê û ev e jî bo Kurdistanê mijarek stratejîk e.’’

Serokê Lijneya Pişesazî û Wize û Çavkaniyên Xwezayî li Parlamena Kurdistanê Şêrko Cewdet diyar kir ku ew kapasîteya Herêma Kurdistanê heye ku bikare bo Tirkiyê û Ewropayê gaza xwezayî dabîn bike û ev jî bo Kurdistanê weke derfetek zêrîn e.’’

Cewdet amaje bi wê yekê kir ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî rêjeya hinardeya petrol Kurdistanê aşkere kiriye û diyar kiriye ku niha mehane 600 hezar bermîl tê hinardekirin û armanc ew e ku di dawiya sala 2016 de ev rêje bigehe milyonek bermîl.

Derbarê hinardekirina gaza xwezayî jî Şêrko Cewdet got: ‘’Ev proje giring e. Gaza Herêma Kurdistanê dikare bibe alternatîfê gaza Rûsyayê bo Tirkiye û Ewropayê. Ev e jî mijarek stratejîk e. Di cîhanê de herî zêde welatên Ewropî gaza xwezayî bikar tînin. Lê belê piştî qeyrana Ukrayna ev proje bi temamî birêve naçe. Herwiha Tirkiye jî gaza xwe ji Rûsya dikire û niha di navbera wan de qeyran heye.’’

Cavdet diyar ku di vê rewşê de pêgeha Herêma Kurdistanê pir stratejîk e û got; ‘’Lê belê divê Kurdistan destpêkê de nav mala xwe birêbixe.’’

Herçend dema hinartina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê diyar nebe jî, di meha derbazbûyî de berpirsên Herêma Kurdistanê di konferansa Londonê de diyar kiribûn ku dikarin di sala 2016’ê de gaze hinarde bikin.

Basnews
Top