Malîkî: Em pêşniyazên YNK’ê bi germî pêşwazî dikin
Serokê Hizba De’wa Nûrî Malîkî ragihand ku ew bi germî pêşwaziya pêşniyarên YNK’ê dikin lê behsa naveroka pêşniyazan nekir.
Şanda YNK’ê ya di bin serokatiya Berpirsê PolîtbîroyaYNK’ê Mele Bextiyar de, ligel serokwezîrê berî yê Iraqê û Serokê Hizba De’wa Nûrî Malîkî hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê Malîkî ji deszgehên ragihandinêre axivî û diyar kir ku, pirsgirêk û krîzên Iraqê wan naçar dike ku her dem di nava guftûgo û danûstandinan de bin.
Malîkî di axaftina xwe de got, ‘’Em bi germî pêşwaziya pêşniyarên birayên xwe yên YNK’ê dikin.’’ Lê behsa naveroka pêniyazan nekir.
Herdu aliyan derbarê mijara leşkerên Tirkiyê yên li Başîqa jî ragehandin ku ew hemfikir in û divê Tirkiye leşkerên xwe ji herêmê vekêşe.
Li gor çavkaniyên nêzîkê YNK’ê Nûrî Malîkî daxwaz kiriye ku ji bo danûstandin û baştirkirina pêwendiyên di navbera pêkhateyên Iraqê de, guftûgoyên wan berdewam bin.
Beriya hevdîtinê jî Berpirsê PolîtbîroyaYNK’ê Mele Bextiyar diyar kiribû ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de wê çend pêşniyarên wan hebin.
Basnews
