• Friday, 20 February 2026
logo

Civîneke girîng- Amerîka, Tirkiye û Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 13, 2015 Nûçe
Civîneke girîng- Amerîka, Tirkiye û Herêma Kurdistanê
Biryar e di vê mehê de civîneke lutke di navbera Washington, Enqere û Hewlêrê de were lidarxistin. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî armanca wê civînê eşkere kir.

Fûad Husên ji Rûdawê re ragihand: “Armanca civînê zêdekirina hevahengiyê ye di navbera hersê aliyan de bo şerê li dijî DAIŞê.”

Husên derbarê vê mijarê de wiha got: “Haya Hikûmeta Iraqê ji civînê heye û dibe ku li Herêma Kurdistanê were lidarxistin.”

Derbarê kontrolkirina bajarê Mûsilê jî, ku ev sal û nîvek di destê DAIŞê de ye, Fûad Husên ragihand: “Divê xwendineke baş ji wî bajêrî re were kirin û divê em alîkariya Artêşa Iraqê bikin.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Artêşa Iraqê hêj ji aliyê leşkerîve ji şerê Mûsilê re neamade ye. Dema şerê Rûmadî bi dawî were, dê Artêşa Iraqê amade bibe û Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî dê alîkariya wan bikin.”

Rudaw
Top