Rûsyayê êrişî gemiyeke Tirkiyê kir
Li gor ajansa Sputnik a Rûsyayê, gemiya leşkerî ya Rûsyayê li Deryaya Egeyê gulle berdan gemiyeke masîgirtinê ya Tirkiyê.
Wezareta Parastina Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand, gemiya masîgirtirnê ya Tirkiyê nêzîkî gemiya leşkerî ya Rûsya ya bi anvê Smetlivy bûye û dema ku tenê 1 kîlomtre di navbera wan de maye, ji aliyê gemiya rûsî ve hatiya agahadarkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku gemiya Rûsyayê bi rêya bêtêlê û fîşekan hişyarî da gemiya msîgirên tirk, lê belê gemiya tirk ti bersiv neda hişyariyan xwe nêzîkî gemiya rûsî kir, bi awayekê ku tenê 600 metre di navbera wan de ma.
Piştî nêzîkbûna gemiya masîgiran, leşkerên rûs ên li ser gemiya Smetlivy dest bi gullereşandina nerasterast li hember gemiya tirk kirin û piştî wê yekê gemiya tirk xwe ji gemiya rûsî dûr dike.
Li gor agahiyên ajansa nûçeyan A France Press (AFP), Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoliy Antonov nûnerê leşkerî yê Tirkiyê yê li Rûsyayê vexwandiye wezaretê û derbarê bûyerê de agahî dane wî.
Tê zanîn, ku piştî xistina balafira SU-24 a Rûsyayê li ser sînorê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, kirîzek mezin di navbera Moskow û Enqerê de derketiye.
Tirkiyê di roja 24ê Mijdarê de balafira şer a Rûsyayê xist xwarê. Tirkiyê îdia dike, ku balafira rûsî sînorê esmanî yê wî welatî binpê kiribû û guh nedabû hişyariyên Artêşa Tirkiyê, ji ber wê hat xistin, lê belê Rûsya wê yekê red dike.
Rudaw
