• Friday, 20 February 2026
logo

Ebadî: Di navbera me û Tirkiyê de ji hev tênegehiştinek hebû

Gulan Media December 13, 2015 Nûçe
Ebadî: Di navbera me û Tirkiyê de ji hev tênegehiştinek hebû

Serokwezîrê Iraqê ji K24 diyar kir ku, divê hemû aliyên Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de yek dest bin, dibêje jî ku di navbera Iraq û Tirkiyê de lihev tênegihiştin çêbûye.

Serokwezîrê Iraqê, Heyde Ebadî piştî civîna her sê serokatiyên Iraqê ligel serkirdeyên siyasî ji K24 got ku, divê civînên bi wî awayî berdewam bên kirin, ji bo ku Iraq di rewşek dijwar de derbas dibe.

Ebadî got jî ku “Divê hemû hêzên siyasî yên Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de yek dest bin.”

Derbarê aloziya ligel Tirkiyê de, piştî şandina hêzeke leşkerî bo sînorê Mûsilê, Serokwezîrê Iraqê got: “Di navbera me de lihev tênegehiştin çêbûye.”

Ebadî diyar kir ku, Tirkiyê dibêje Iraqê daxwaza alîkariyê ji wan kiriy û wiha pêde çû “me daxwaza alîkariyê ji 61 welatî kiriye, ev yek nayê wateya ku ew welat hemû hêzên xwe bişînin Iraqê.”

K24
Top