'Li Başîkê leşkerên Siûdî hene!'
Parlamenterê Nloka Muvatin a Parlamentoya Iraqê Habib El Terefî ji Rûdawê ragihand, Tirkiye hewl dide “bi awayekî zordarî Mûsilê dagir” bike.
Habib El Terefî amaje kir yekîneya leşkerên Tirkiyeyê bêagahdarkirina Hikûmeta Iraqê hatine û got: “Em yêkinêya navborî wek dagirker dibînin. Sedam Hisên jî di heyama xwe de Kuweyt dagir kiribû. Erdogan jî dixwaze senaryoya Sedam dubare bike û Mûsilê dagir bike.”
El Terefî ku di heman demê de rêvebirek ê Meclîsa Bilind a Îslamiya Bilina Iraqê ye, wiha got: “Li ti derên cîhanê nehatiye dîtin ku bi zorî alîkarî hatiye kirin. Tişta Tirkiye dike ev e. Hikûmeta Iraqê tevahiya alîkariyên Tirkiye red dike. Lê Tirkiye rijd e bi zordarî alîkariyê bike.”
Leşkerên tirk di sê qonaxan de li herêma Başîkê bicih bû. Cara ewil di destpêka sala 2015an de koma alîkariya lojîstîk li herêmê bicih bibû û piştre rahênan leşkerî li herêmê hatibûn bicihkirin.
Herî dawî hêzek a Tirkiyê ku tê texmînkirin ji 2 hezar leşkeran pêk tê, bi çekên giran derbasî wê herêmê bûn.
Ev yek bibû sedema derketina nakokiyên di navbera Tirkiyê û Iraqê de.
Rudaw
