Aloziya Başîkê- Bexda li cem Encumena Ewlekariyê gilî kir
Balyozê Iraqê li Amerîka Mihemed Elî Hekîm nameyek ji Serokatiya Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û tê de daxwaz kir ku Tirkiye bilez hêza xwe ji Iraqê vekişîne û careke din serweriya Iraqê binpê neke.
Di nameya balyozê Iraqê de hatiye ku, “Tişta ku Enqere kiriye, binpêkirina yekperçeyî û serweriya Iraqê ye.”
Hefteya borî di şeva 4ê Befranbarê de leşkerên tirk sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê derbas kirin û li bajarokê Başîkê ya girêdayî Mûsilê bicih bûn.
Tirkiyê li gundê Zelikan a Başîkê binkeyeke leşkerî heye ku piştî êrişên DAIŞê û ketina bajarê Mûsilê, bi rêkevtin ligel Bexdayê û hikûmeta xwecihî ya Mûsilê li wê binkeyê perwerdeya leşkerî dide çekdarên erebên sunî ku jê re Heşda Niştimanî tê gotin.
Derbaskirina sînorê Iraqê ji aliyê leşkerên tirk ve û bicihbûna wan li derdora Mûsilê, rastî nerazîbûnên tund ên Hikûmeta Iraqê hat û Bexdayê bertekên tund nîşan dan.
Rayedarên Iraqê di vê bareyê de daxuyaniyên tund dan û daxwaza demildest derketina leşkerên tirk ji axa Iraqê kirin.
Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kiriûb, ku demildest leşekrên xwe paşve vekişîne û bo derketina wê hêza tirk 48 saet muhlet diyar kiribû, lê belê ew muhlet jî bi dawî hat û Enqerê guh neda dxawaz û gefên Bexdayê.
Rudaw
