Li Erebistanê bûyerek dîrokî – Jin çûn ser sindoqên dengdanê!
Îro li Erebistana Siûdî hilbijartinên encumenên şaredariyên bajaran tên kirin.
Di hilbijartinên han de, ku her 4 sal carekê tên kirin, ji bo cara yekemîn di dîroka Erebistanê de jin him wek hilbijêr him jî mîna namzed beşdar dibin.
Li gorî agahiyan, milyonek û 487 hezar û 477 kes diçin ser sindoqan ku 130 hezar û 637 jê jin in. Di hilbijartinên îro de 6 hezar û 917 namzed ji bo 284 kursiyan hevrikiyê dikin ku 979 jê jin in.
Li navendên dengdanê, cihê dengdana jinan û mêran ji hev hatine veqetandin.
Dengdan saet 08:00 bi dema Erebistanê dest pê kir û dê saet 17:00 jî xilas bibe.
Heta niha li Erebistanê jinan nedikarîn tevlî hilbijartinan bibe lê şahê berê yê Erebistanê Ebdullah bin Ebdulezîz, 25ê Îlona 2011ê qanûn da guhertin û rê da jinan ku tevlî hilbijartinan bibin.
Rudaw
