YE’yê Hêla Geştên Esmanî yên Iraqê hilda ‘Lîsteya Reş’
YE’yê geştên Esmanî yên Iraqê weke metirsî binav kir. YE’yê jiber nebûna ewlekariya firînê, Hêla Geştên Esmanî yên Iraqê xiste nava ‘’Lîsteya Reş’’ de.
Yekîtiya Ewropayê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku, ‘’YE’yê lîsteya xwe ya ewlekariya geştên sivîlan sererast kiriye û gehitiye wê biryarê ku Hêla Geştên Esmanî yê Iraqê, li gor standartan ewlekariya geştên sivîlan nagre. Lewma navê Iraqê jî ketiye nava welatên ku geştên wan hatine qedeexekirin.’’
Ji aliyê din ve Cîgirê berê yê Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Bangîn Rêkanî ji ajansa AA re ragihand ku jiber vê biryarê wê Iraq zirarek mezin bibîne.
Rêkanî diyarkir ku jiber vê biryarê dibe ku welatên din jî geştên Iraqê rabigrin. Rêkanî da zanîn ku Hêla Geştên Esmanî yê Iraqê bi buhayê milyarek û nîv firokeyên nûjen kiriye û ev jî wi bibe zirarek mezin.
