• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re hevdîtin dike

Gulan Media December 10, 2015 Nûçe
Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re hevdîtin dike
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Îsmet Yilmaz dest pê kir.

Serok Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de, îro jî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Îsmet Yilmaz re hevdîtin dike.

Civîna Barzanî û Yilmaz li avahiya Wezareta Berevaniyê û saet 11:00 bi dema Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî û Yilmaz dê li ser şerê DAIŞê û hemahengiya navbera Kurdistan û Tirkiyê di wî warî de her wiha li ser kirîza Baîkê, ku ji ber hêzên Tirk derketiye, gotûbêj bikin.

Barzanî dê piştî wê civînê, bi siyasetmedar û rayedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê re jî rûnê.

Rudaw
Top