Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu re civiya
Piştî bidawîhatina civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Barzanî ber bi Koşka Çankaya kete rê, daku bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re bicive.
Li gor agahiyan, niha Barzanî û Davutoglu li Koşka Çankaya di civînê de ne.
Peyamnêrê me li Enqerê Senger Ebdurehman piştî bidawîhatina civîna Barzanî û Erdogan ragihandibû, civîna navbera Mesûd Barzanî û Recep Tayyip Erdogan kêlîkek berî niha bi dawî hat û piştre biryar e Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re civînekê pêk bîne.
Peymanêrê me gotibû, Ahmet Davutoglu jibo ku bi Barzanî re bicive, kêlîkek berî niha gihîşt Koşka Çankaya ya Serokwezîriya Tirkiyê ku civîn têde birêve diçe.
Rudaw
