• Friday, 20 February 2026
logo

Agir berdan Ala Tirkiyê

Gulan Media December 9, 2015 Nûçe
Agir berdan Ala Tirkiyê
Êvariya duh hejmarek welatî û milîsên şîe li Bexdayê agir berdan Ala Tirkiyê.

Vîdeoyek li ser torên civakî yên internetê hatiye belavkirin, ku tê de tênîşandan, ku Ala Tirkiyê ji aliyê çend kesan vet ê şewitandin.

Di vîdeoyê de wiha tê xuyakirin, ku hejmarek welatiyên Iraqê û milîsên şîeli ser cadeyeke nav bajarê Bexdayê Ala Tirkiyê li ser cadeyeke bajarê Bexdayê li ser erdê radixin û dixin bin piyên xwe û piştre agir berdidin komek alên Tirkiyê û dişewitînin.

Welatiyên Iraqî û milîsên şîe di wê çalakiyê de beşdar bûne, dibêjin, ew bi şewitandina Ala Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember hatina leşkerên Tirkiyê bo nav sînorê Iraqê û bicihbûna wan li bajarokê Başîkê tînin ziman.

Ligel şewitandina Ala Tirkiyê, wêneyên çend serkirdeyên tirk jî tên şewitandin û dirûşm û sloganên li dijî Tirkiyeyê tên gotin.

Tirkiyê şeva 4ê Befranbarê hejmarek leşkerên xwe ji sînorê Iraqê derbas kir û li bajarokê Başîkê ya li derdora Mûsilê bicih kirin.

Piştî wê yekê kirîzek mezin di navbera Bexda û Enqerê de dest pê kir, ku heya niah jî berdewam e.

Iraqê derbarê derbaskirina sînorê Iraqê ji aliyê leşkerên tirk hişyariyên tund dan Enqerê û Serokwezîrê Iraqê jî dema 48 saetan bo vekişîna hêzên tirk destnîşan kir, ku duh şev bi dawî hat.

Lê belê Tirkiyê ragihand, ku şandina leşkerên tirk bo derdora Mûsilê bi rêkevtina ligel Bexdayê bûye û ew hêzên xwe paşve venakişînin.

Rudaw
Top