• Friday, 20 February 2026
logo

Hewlêr ji Moskowê re: Bi zûtirîn dem dawî pê bînin

Gulan Media December 9, 2015 Nûçe
Hewlêr ji Moskowê re: Bi zûtirîn dem dawî pê bînin
Serokatiya Encumena Wezîran derbarê avêtina roketên Rûsya di ser emsanê Kurdistanê de û sekinandina hemû geştên esmanî yên Kurdistanê de daxuyaniyek da û têde ragihand: “Pêwîst e Rûsya li şûna bikaranîna esmanê Heêrma Kurdistanê bi zûtirîn dem li dûv alternatîveke din bigere.”

Duh Serokatiya Encumena Wezîran derbarê sekinandina geştên esmanî yên her du balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê û herwiha bikarînana esmanê Kurdistanê bo avêtina roketên Rûsyayê de daxuyanî da.

Li gor daxuyaniyê, ji roja 23ê Mijdara 2015ê ve heya niha çend caran geştên esmanî yên her du balafrixaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bi hinceta bombebarankirina binkeyên çekdarên DAIŞê û avêtina mûşekên Rûsya di ser esmanê Kurdistanê re ji aliyê desthilata balafirvaniya sivîl a Iraqê ve hatiye sekinandin.

Serokatiya Encumena Wezîran a Kurdistanê bi amajekirin bi êrişên Rûsya li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê dibêje: “Em piştgîriyê li hemû operasyonan dikin ku li dijî terorîstên DAIŞê bên encamdan, lê belê ew yek nabe bibe sedema rawestandina geştên esmanî yên her du balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê.”

Herwiha tê gotin: “Sekinandina geştên esmanî bêyî şêwira ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bûye, zêdebarî wê çendê ku arîşe ji welatiyên Herêma Kurdistanê û rêwiyan re çê kiriye, lê belê zirareke mezin a darayiyê ghandiye her du balafirxaneyan û sektora aborî û bazirganî li Kurdistanê.”

Di beşeke din de daxuyaniyê de Serokatiya Encumena Wezîran a Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wê rewşê tîne ziman û dibêje: “Serokatiya Encumena Wezîran ji wan cure kiryaran dilgiran e û bi fermî daxwaz daxwaz ji Hikûmeta Federal a Rûsyayê dike ku zêdetir hevrêziyê bi Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.”

Herwiha rexne li avêtina roketên Rûsya di ser esmanê Kurdistanê re digre û dibêje: “Pêwîst e Rûsya bo avêtina mûşekên xwe bi zûtirîn dem kar bike bo dîtina alternatîvek din li şûna bikaranîna esmanê Herêma Kurdistanê.”

Serokatiya Encumena Wezîran a Kurdistanê amaje bi şerê li dijî DAIŞê û birîna pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û herwiha kêmbûna buhayê petrolê di bazarên cîhanê dike û dibêje: “Herêma Kurdistanê rastî kirîzek darayî hatiye. Rawestandina geştên esmanî jî kirîzek din ji Kurdistanê re çê kiriye û egera qerebûkirina wan ziraran ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve jî gelek zehmet e.”

Rudaw
Top