• Friday, 20 February 2026
logo

Ocalan: Serdana Barzanî ya ji bo Enqerê pir giring e

Gulan Media December 9, 2015 Nûçe
Ocalan: Serdana Barzanî ya ji bo Enqerê pir giring e

Siyasetmedar Osman Ocalan ragihand ku Tirkiye bo mijarên paşeroja Kurdan li Başûr, Rojava û Bakûrê Kurdistanê ligel Mesûd Barzanî gotûbêj bike, ew vexwendine Enqerê.

Siyasetmedar û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Enqerê, bo BasNews axivî. Ocalan got ku ew bawer dike ku Barzanî nehsa damezrandina dewleta Kurdî jî bike.

Osman Ocalan got: ‘’Rojhilata Navîn di nava guhertinek mezin de ye. Sûriyeya berî, Iraqa berî nemaye, têk çûye. Wesa diyare ku wê aloziyên li herêmê kûrtir jî bibin. Jixwe hêzên mezin leşker û çekên xwe anîne Derya Spî. Dibe şerek mezin jî rû bide. Lê belê ya giring ew e ku wê nexşeya nû ya Rojhilata Navîn çawa be. Di nava vê yekê de cihê Kurdan çawa be.’’

Ocalan amaje bi serdana Mesûd Barzanî ya ji bo welatên kendavê kir û diyar kir ku jiber van sedeman di demek wiha de weke nûnerê Kurdan, welatên mezin Barzanî vedixwînin. Ocalan got: ‘’Tirkiye dixwaze nêrîna Barzanî bigre. Gelo di nexşeya nû de wê cihê Kurdan çi be. Di vê mijarê de helwest û nêrîna Barzanî bo wan pir giring e.’’

Osman Ocalan diyarkir ku di mijara Rojava, Sûriye û herwiha Bakûrê Kurdistanê de jî Tirkiye dixwaze ligel Barzanî bişêwire û got: ‘’Niha opozîsyona Sûriyê liser pêşeroja vî welatî yekalî dibe û nîqaşan dike. Ji aliyê din ve li Bakûrê Kurdistanê proseya aştiyê têk çûye. Şerek mezin li wir jî heye. Hindek alî dixwazin şerê di nava Tirkiyê û Kurdan de mezin bibe. Di van mijaran tevan de wê gotinên Barzanî hebin. Barzanî dikare jibo rawestandina şerê li Bakûrê Kurdistanê rolek erênî bigre.’’

Siyasetmedarê Kurd da zanîn ku wê ev serdan bi rojevek dagirtî encam bibe û got: ‘’Bêguman mijarek din jî mijara gaz û petrol Kurdistanê ye. Em hemû jî krîza Tirkiye û Rûsyayê dizanin. Tirkiye dixwaze alternatîfa gaza Rûsyayê li Kurdistanê peyda bike. Jiber vê yekê jî wê di warê hevkariya enerjî û aboriyê de jî pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan jî bê gotûbêjkirin.’’

Basnews
Top