• Friday, 20 February 2026
logo

Demîrtaş serdana Başûrê Kurdistanê dike

Gulan Media December 9, 2015 Nûçe
Demîrtaş serdana Başûrê Kurdistanê dike

Hate zanîn ku Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş serdana Hewlêrê kir, lê ti bernameyek wî yê hevdîtinan nîne.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ligel Parlamenterê HDP’ê Ertûgrûl Kurdkçû û şandekê pê re, doh bi şev derbasê Başûrê Kurdistanê bû. Hate zanîn ku Demirtaş serdana ofîsa HDP'ê ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê kir.

Li gor nûçeya IMC TV wê Selahattîn Demîrtaş û şanda pê re derbasê Silêmaniyê jî bibin. Lê belê nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Abid Îke ji Roj Newsê re gotiye ku armanca serdana Demirtaş nirxandina xebatên ofîsa Hewlêrê ye û ti bernameyek wî yê hevdîtinan nîne.

Hêjayê gotinêye ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê yekem care ku Demirtaş serdana Başûrê Kurdistanê dike.

Abid Îke diyar kiriye ku wê Demirtaş îro cardin vegere Tirkiyeyê.

Basnews
Top