Ala Kurdistanê di pêşwaziya Barzanî de
Barzanî gihîşt Enqerê û ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu ve hat pêşwazîkirin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Di pêşwaziya Barzanî de ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê û ala Tirkiyê hatibû danîn.”
Barzanî dê bi Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglu re hevdîtin bike.
Peyamnêrê Rûdawê li Enqere ragihand: “Barzanî bi germî hat pêşwazîkirin û medyayên Tirkiyê bi giringî behsa vê serdana Barzanî dikin û dibêjin Barzanî xwedî pêgeheke bihêz e li navçeyê, lewma dê civînin wî ligel berpirsên Tirkiyê pir girîng bin.”
Li gorî peyamnêrê Rûdawê, “Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ragihandibû ku, îro yek ji giringtirîn û birêztirîn mêvanên Tirkiyê tê Enqere.”
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û hinek rayedarên din jî bi Barzanî re çûne Tirkiyê.
Rudaw
