• Friday, 20 February 2026
logo

Dahatûya navxweyî yê Herêma Kurdistanê tenê %10.5 ji dahatûya giştî ye

Gulan Media December 9, 2015 Nûçe
Dahatûya navxweyî yê Herêma Kurdistanê tenê %10.5 ji dahatûya giştî ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane tenê 80 milyon dolar ji dahatûya navxweyî heye, ku dike kêmtir ji %10.5 ji dahatûya giştî ya Herêma Kurdistanê.

Li gor raporta Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, ku îsal rojane ew wezaret 583 hezar û 421 bermîl petrol bo bazarên cîhanê hinartiye, ev yek jî tê wateya ku bi dirêjahiya sala 2015 Wezareta Samanên Sirşûtî 174 milyon û 113 hezar û 9 bermîlên petrolê hinartiye.

Her li gor wê raportê ku, nirxê wê petrola hatiye hinartin, mehane 682 milyon û 760 hezar dolar bo Herêma Kurdistanê dabîn kiriye, her ji dahatiyên din jî biqasî 80 milyon dolar tê, bi gelemperî digehe 762 milyon û 760 hezar dolar.

Bi vê yekê, dahatûya navxweyî ya Herêma Kurdistanê dibe kêmtir ji %10.5 ji dahatûya giştî ya herêmê, herwiha bi vê yekê jî dahatûya navxweyî ya Herêma Kurdistanê gelek kêm e û aboriya Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke mezin pişta xwe bi dahatiyên petrolê dibeste.

Tê zanîn ku, Herêma Kurdistanê tenê bo dayîna mûçeyên karmendan pêwîstiya wê bi 860 milyar dînar heye.

K24
Top