• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê pêşhatên siyasiyên dawî nirxandin

Gulan Media December 8, 2015 Nûçe
Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê pêşhatên siyasiyên dawî nirxandin
Roja sêşem 08.12.2015 li peywendiyekî telefonî da birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistan û birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqa Federal pêşhatên siyasiyên dawî nirxandin.

Her li vê peywendiya telefonî da tekez li ser parastina siyadeya Iraqê kirin û behsa serdana çaverêkiriya Serok Barzanî ya Tirkiye û ajandaya vê serdanê kirin, bi taybetî jî babeta hatina artêşa Tirkiye ya nêzîkî bajarê Musil û eve jî dûpat kir ku pêwîste ev babet li rêya diyalogê ve bêne çareser kirin.

Top