Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka kir
Li hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka pîrozbahiyên serkeftinê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û operasyona azadkirina Şingalê bi serkeftinekî mezin û bi bandor li şerê dijî terorîstan de wesif kir. Her wiha behsa azayetî û lêhatiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku gelek bi başî karîne sûd ji hemahengî û palpiştiya asmanî ya Hêzên Hevpeymanan werbigrin û ragihand ku artêşa Amerîka li palpiştîkirina Pêşmerge û givaşanîna terorîstên Da'îş û lêdan û têkşikandina wan de berdewam dibê.
Li beranber da Serok Barzanî spasî hevkarî û palpiştiya artêşa Amerîka kir ku bûye sedema wê yekê ku wan serkeftinan pêkbînin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi plana baş û azayetî û hemahengiya bê wêne li gel hêzên hevpeymanan karî serkeftina mezin li bereyên rûbirûbûna terorîstan tomar bike.
Her li vê kombûnê da behsa rewşa meydanî ya bereyên şer li Enbar, Selahedîn, Nînowa û hemahengî û hevkariya zêdetirê Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqê ya ji navbirin û şikestdana terorîstên Da'îş kirin û pêdiviyên serbaziyên Hêzên Pêşmerge jî hate nirxandin. Li beşekî dinê civînê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên navçeyê û gengeşeya di navbera hêzên herêmî û navdewletî yên li asta navçeyî û navdewletî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li vê kombûnê da Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmet û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Şêx Ce'fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.
