• Friday, 20 February 2026
logo

Şandeke kurdî di kongreya Riyazê de beşdar e

Gulan Media December 8, 2015 Nûçe
Şandeke kurdî di kongreya Riyazê de beşdar e
Îro kongreya Riyazê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dest pê dike û şandeke kurdî ji ENKSê wê ligel şanda Îtîlafa Dijbereya Sûriyê tê de beşdar bibe.

Encumena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ku beşdarbûna wan di nava Îtîlafê de be jî, her girîng e, ji ber ku wê hinek encam ji vê kongreyê derkevin.

Lê Rêveberiya Xweser ji bo kongreyê nehatiye vexwendin û dibêje ti encam ji vê kongreyê dernakevin.

Ji ENKSê her yek ji Fûad Elîko, Mistefa Oso û Ebdulhekîm Beşar amade dibin. Her wiha Ebdulbasid Seyda wek kesayetiyeke serbixwe beşdar dibe.

Biryar e di vê kongreyê de şandeke yekgirtî bê pêkanîn, ji bo ku bi Hikûmeta Sûriyê re li Cinêva 3 di meha bê de gotûbêjan li ser krîza Sûriyê bike ku Cinêva 1ê bingeha çareseriyê ji wê krîzê re daniye.

Li gora Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî, wê kongre ji dijbereya Sûriyê, 110 kesayetî û 16 grûpên çekdar û çend grûpên siyasî beşdar bibin.

Rudaw
Top