• Friday, 20 February 2026
logo

NISÊBÎN – Hejmara kuştiyan bû 4

Gulan Media December 8, 2015 Nûçe
NISÊBÎN – Hejmara kuştiyan bû 4
Qedexeya derketina kolanê ya li Nisêbînê ya Mêrdînê Amedê di roja 2yemîn de didome û di heyamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan li Taxa Yenişehir a Nisêbînê li kolana Tunç welatiya bi navê Fehime Aktî birîndar bû.

Fehime Aktî ji bo dermnakirinê ni ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Lê Aktî tevî hemû mudaxaleyan ji mirinê xilas nebû.

Di heyama derketina kolanan a 2 rojan de heya niha ji bilî Fehime Aktî, Mehmet Emin Înan (55), Cudî Teber (13), Mahsun Akdogan jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê hat gotin li taxên Nisêbînê yên qedexeya çûnûhatine hene Abdulkadirpaşa, Firat, Dicle û Yenişehirê operasyonên hêzên Tirkiyeyê li hemberî endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) didome.

Herwiha hot gotin, dengê teqîn û çekan jî tê bihîstin.

Rudaw
Top