Almanya biryara Iraqê şikand - Wezîrê almanî hat Kurdistanê
Berî demekê kêlîkek berî niha Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê.
Serdana Wezîrê Derve yê Almanya bo Kurdistanê di demekê de ye ku geştên esmanî bo balafirxaneyên Herêma Kurdistanê hatine rawestandin.
Hikûmeta Iraqê biryar daye, ku geştên esmanî yên her du balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bo dema 48 saetan were rawestandin.
Bexdayê daye xuyakirin, ku ji ber derbasbûna roketên Rûsya di ser esmanê Kurdistanê de ev biryar daye.
Li balafirxaneya Hewlêrê, Frank Walter Steinmeier ji aliyê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Bo pêşwazîkirina Steinmeier ferşê sor li balafirxaneyê hatibû raxistin û çend berpirsên din ên Kurdistanê yên wek Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa û Nûnerê Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî û çend rayedarên konsulxaneya Almanya jî li balafirxaneyê amade bibûn.
Steinmeier dê di çarçoveya serdana xwe y abo Kurdistanê de, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Peyamnêrê Rûdawê li balafirxaneya Hewlêrê Hêvîdar Ehmed ragihand: “Wezîrê Derve yê Almanya dê di vê serdana xwe de, sibê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevîdtinan pêk bîne.”
Peyamnêrê me herwiha got: “Frank Walter Steinmeir herwiha dê serdana çend kampên awareyan jî bike û dibe ku serdan kampên almanî bo rahênana pêşmerge jî bike.”
Steinmeier herwiha dê mijara nûavakirina Şingalê jî bi rayedarên Kurdistanê re gotûbêj bike û dê amadeyiya Almanya bo beşdarbûn di proseya nûavakirina Şingalê de rabigihîne.
Peyamnêrê me tekez jî kir: “Li gor agahiyên ketine dest me Wezîrê Derve yê Almanya dê soza avakirina 4 nexweşxaneyên mezin li Şingalê jî bide berpirsên Kurdistanê.”
Frank Walter Steinmeier berî ku serdana Kurdistanê bike, çûbû Iraqê û li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî re civiyabû.
Rudaw
