• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî diçe Enqereyê

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Barzanî diçe  Enqereyê

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku vê hefteyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê were Enqereyê.

Çawuşoglu ragihand ku, hatina Mesûd Barzanî ji bo 4ê Berfenbarê hatibû plankirin, lê çûna leşkerên Tirkiye bo Mûsilê ev serdan bi paş xist.

Mevlut Çavuşoglu di berdewama axaftina xwe de got,

‘’Hebûna me li Iraqê ne tiştekî veşartiye. Rêvebiriya Bexdayê di bin bandora welatên din de dimîne. Ji herkesi bêtir me rêz li axa Iraqê girtiye. Projeya Mertala Moşekî ji bo hilberînê me betal kir. Em piştgiriya politikaya mezhebi ya Îranê nakin û divê dev ji van gotinên bê bingeh berde. Îran cîranê me ye, em dixwazin baş bin lê em dev ji prensîbên xwe bernadin.’’

Rudaw
Top