• Friday, 20 February 2026
logo

Davutoglu ji Ebadî re name şand

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Davutoglu ji Ebadî re name şand

Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu derbarê yekîneya leşkerên artêşa Tirkiyê de ji Serokwezîrê Iraqê Ebadî re nameyek şand.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re nameyek şand û derbarê bernameya perwerdeyê ya ku Tirkiye ji Adara borî vir de li navçeya Başikayê pêk tîne û herwisa derbarê peywir û karên hêza ku li vir e, agahî da.

Davutoglu di nameya xwe de bal kişande ser wê yekê ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku rêza xwe ji deshelatî û yekîtiya axa Iraqê ra heye û di vê mijarê da jî gelekî hesas e. Davutoglu desnîşan kir ku Tirkiyeyê gaveke ku dê vê rewşê xerab bike nevêje.

Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku heya hesasiyeta hikûmeta Iraqê derbas be, hêzê gav nebêje Başîkayê û wiha domand, "Tirkiyeyê di şerê dijî DAIŞê da her cure alîkariyê bide Iraqê. Em dixwazin ku bi hikûmeta Iraqê ra hevkarî, şêwr û hevmeşiya di vê mijarê da xurt û kûrtir bikin."

Basnews
Top