• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye dê 1400 leşkerên din bişîne nêzîkî Mûsilê!

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Tirkiye dê 1400 leşkerên din bişîne nêzîkî Mûsilê!
Hat zanîn ku Tirkiye dixwaze 1400 leşkerên din jî bişîne devera Başîkê ya Mûsilê. Endamekî Encumena Parêzgeha Mûsilê jî dibêje, hêzên Tirk tenê ji bo perwerdekirina Pêşmerge neçûne wir!

Piştî ku derket holê Tirkiyê hêza leşkerî şandiye devera Başîkê ya Mûsilê, alozî û deng-dengek mezin li nav rayedarên Iraqê, hinek hêz û welatên din ên deverê de derket.

Herî dawî, hikûmeta Iraqê ji Tirkiyê xwest di nav 48 saetan de hêzên xwe ji xaka Iraqê derxîne. Serokwezîrê Tirkiyê jî ragihand, heta hesasiyeta Iraqê ji holê ranebe ew hêz naşînin Iraqê!

Daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê vê agahiya Rûdawê piştrast dike ku Tirkiye dixwaze hêzek din jî bişîne devera Başîkê ya Mûsilê. Ev agahî, jêderekî agahdar daye Rûdawê. Li gorî wî jêderî, niha derdora 150 leşkerên Tirk li Başîkê hene ew jî ji bo çêkirina kampa leşkerî çûne wir çimkî Tirkiye dixwaze 1400 leşkerên din bişîne wir.

Wî rayedarî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, her wiha da zanîn ku Amerîka li hember bikaranîna bingeha Încîrlikê ya Tirkiyê razî bûye ku Tirkiye hêz bişîne Iraqê.

Endamekî Encumena Parêzgeha Mûsilê jî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, hêzên Tirk li ser rizamendiya parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî û Tirkiyê li devera Başîkê bicîh bûne.

Wî endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê her wiha got, ew hêz tenê ji bo perwerdekirina Pêşmerge û milîsên sunnî (Heşda Niştimanî) nehatine Mûsilê çimkî dê tevlî şerê Mûsilê jî bibin.

Fermandeyê wê serbazgeha ku hêzên Tirk tê de ne, Mihemed Yehya ji Rûdawê re tiştekî din eşkere kir û got, dê li nêzîkî bendava Mûsilê jî serbazgehek ji milîsên sunnî re were çêkirin. Di wê serbazgehê de dê hêzên Tirk jî bên bicîkirin.

Mihemed Yehya da zanîn, leşker û pisporên Tirk ên ku bi me re ne, her roj perwerdeyê didin me.

Li gundê Kodatê yê girêdayî nahiya Zilkanê ya bajarokê Başîkê yê Mûsilê, kampek ji bo milîsên sunnî ku wek “Heşda Niştimanî” tên binavkirin, hatiye çêkirin. Nahiya Zilkan tenê 15 km dûrî bajarê Mûsilê ye. Kampa han yekser ji aliyê parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî ve tê birêvebirin.

Fermandeyê serbazgeha Zilkanê anî ziman ku niha 3 hezar û 300 milîsên wan hene ku tenê %30 wê hêzê bi çek in û got, ew çek û cebilxane jî me bixwe kirriye.

Wî fermandeyê leşkerî yê Heşda Niştimanî got, di nav hêzên me de erebên sunnî û şîe, kurdên êzîdî-misilman û şebek her wiha mesîhî hene. Her kesê ku Mûsilî be dikare bibe çekdarê me. Mûçeyê me jî her meh tê dayîn û ti kêmasiyek di vî warî de jî tine.

Rudaw
Top