• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir
Roja yekşem 06.12.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kobîs Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û ked û qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstan de hebû û eve jî ragihand ku hemû cîhan bi peroşê ve çaverêya azadbûna Şingalê dikir û eve jî bi dest û şiyana Pêşmerge pêkhat.

Li beşekî dinê axaftina xwe de eve ji bo Serok Barzanî xiste rû ku Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xwazyarê aramiya navçeyê û Herêma Kurdistan û Iraqe û bi nîgeraniyê ve dûvdaçûn ji bo pêşhat û guhertinan û aloztirbûna gengeşeya eşîrî û tayîfî û berfirehtirbûna tundrewiya li navçeyê dike û her wiha balkişand li ser wê yekê ku agahdarê rewşa aborî û erka girana şerin ku li ser milê Herêma Kurdistane û bi başî jî zanî ku hemû welat ji bilî hevkariya mirovî li ruyê aborî ve jî yarmetiya Kurdistan û Iraqê bikin bo ku bikarin li ser kêşeyên xwe da serbikevin û şikesta terorîstan jî bidin.

Li beranber da Serok Barzanî behsa naveroka plana rizgarkirina Şingalê ji bo şanda mîhvan kir û vê serkeftinê bi serkeftinekî mezin ya gelê Kurdistanê wesif kir. Her wiha balkişand li ser helwest û siyaseta Herêma Kurdistana Iraqê ya li beranber şerê terorîstan û wê gengeşeya tayîfiya ku li navçeyê de li holê daye û ragihand, gelê Kurdistanê xwediyê doza rewaya xwe ye û bi tu awayekî beşek ji wê gengeşeyê nebûye û nabê beşek ji wê gengeşeyê û ne dijî tu welatekin li vê gengeşeyê da û rê jî nadin Kurdistan bibe qada teswiyeya hesabên hêzên eşîrî û navçeyiyan. Li gel ewe da jî Herêma Kurdistanê pêşwaziya hemû cûre hewl û yarmetiyek dike ku bi armanca şerkirin li gel terorîstên Da'îş bê û spasî wan welatan jî dikîn ku li şerê Da'îş da palpiştê Herêma Kurdistanê ne û ew piştevaniya wan li ber çav dibe.

Di derbarê pêşhatên dawî yên siyasî li ser asta herêmayetî û navdewletî û çareserkirina qeyranan mijareke dinê vê civînê bûn ku danustandina bîr û ramanan li ser kirin.

Top