‘Bi hevkariya Pêşmerge me DAIŞ şkînand’
Şêwirmenda Ewlekariya DYA Susan Rice radigehine ku welatê wî bi hevkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê DAIŞ kşînandiye û herêmek berferek jî rizgar kiriye.
Şêwirmenda Ewlekariya Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê Susan Rice bo televiyona CNN international axivî û got ku piştî destpêkirina operasyonên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî, wate ji havîna sala 2014’ê ve, di bereya şerê DAIŞ’ê de rewş bi temamî hatiye guhertin.
Rice diyar kir ku DAIŞ’ê ew navçeyên ku beriya Hezîrana 2014’ê ve dagirkiribûn, ji sedî 20-25 jidest dane û got ku Hêzên Pêşmerge jî bi hevkariya Hevpeymanan li ser erdî şerê rêxistina terorîstî dike û karine DAIŞ’ê jî bişkînin.
Şêwirmenda Ewlekariya DYA behsa azadkirina Şingalê jî kir û diyar kir ku ev operasyon bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî hate encamdan.
Suzan Rice herwiha diyar kir ku vê gave ti metirsiyek dagirkirinê li ser Bexdayê nemaye, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên DAIŞ’ê di radeyek bilind de hatine şkînandin û bajarê Kobanê ji xeteriya dagirkirinê hatiye rizgarkirin.
Basnews
