• Friday, 20 February 2026
logo

Davutoglu bersiv da Ebadî: Çavê me di axa tu welatekî de nîne

Gulan Media December 6, 2015 Nûçe
Davutoglu bersiv da Ebadî: Çavê me di axa tu welatekî de nîne

Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu got: "Tu kes bila ji alîkariyên me tiştên xelet dernexe. Çavê Tirkiyeyê di axa tu welatekî de nîne û tiştekî wisa jî nabe. Têkoşîna Tirkiyeyê bi terorê re û rêxistinên terorê re ye."

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbarê leşkerên Tirkiyeyê yên li nêzîkê Mûsilê bicîh bûne got: ‘’Ez dibînim li ser medyayê de hin nûçe rê li ber şîroveyên vala vedikin. Tu kes bila ji alîkariyên me tiştên xelet dernexe. Çavê Tirkiyeyê di axa tu welatekî de nîne û tiştekî wisa jî nabe. Têkoşîna Tirkiyeyê bi terorê re û rêxistinên terorê re ye."

Davutoglu di Lijneya Giştî ya Asayî ya 22yemîn a Tirk-Îşê de axivî û got: "Birêz Kiliçdaroglu wek 'hevalno" xitabî kesên ku li Diyarbekirê xendekan dikolin dike. Ez hêvî dikim ku ev sehwen be û ez vê xitabê wek bêtalahiyekê dibînim. Kesên ku li Sûrê bi xendekan rê digirin ne hevalên me û mixalefetê û ne jî hevalên diyarbekiriyan in. Ew hevalên kesên ku dixwazin Tirkiyeyê tevlihev bikin in. Ez hêvî dikim ku Birêz Kiliçdaroglu cardin wek 'hevalno' xitabî kesên ku Diyarbekir kirine zindan, pergala kamuyê xera dikin û bêbextiyê dikin, neke."

Beriya du rojan yekîneya artêşa Tirkiyê ya li navçeya Başîqa ku perwerde didan Heşdî Nişstimanî ya hêza Sûnne, peywir guhertibû û hejmara leşkeran hatibû zêdekirin. Li ser vê yekê hikûmeta Iraqê bi zimanek tund ev yek rexne kiribû, weke binpêkirina serweriya Iraqê binav kiribû û daxwaz kiribû ku Tirkiye leşkerên xwe vekêşe.

Basnews
Top